Li Moskowê kedkar roja 1ê Gulanê derketin qadan

Moskow (Rûdaw) - Li gorî nêrîtê, ku êdî zêdetirî 100 sal tê berdewamkirin, kedkarên ji sektorên cuda yên pîşesaziya Moskow  û komên sendîkayên cuda ji serê sibehê rêyên sereke yên li dor Kremlînê girtine.

 

Li pêşiya meşê, çalakvan û endamên Fedrasyona Sendîkayên Pîşesaziyê cih girtine.

 

Cîgirê serokê Komîteya Moskowê ya Sendîkayên Pîşesazî Anftoly Romançov ji Rûdawê re diyar kir: “Sendîka di dîrokê de her sal pîrozbahiya 1ê Gulanê kirine û ti car dev jê bernadene. Piştî Sovyetê aborî gelek hatiye xerakirin. Em daxwaza jinûve avakirinê dikin. Daxwazên sendîkayên me yên sereke ev e: Mûçeyeke layîq, di berdêla keda layîq de! Û mercên guncan ji bo kar!”

 

Endama Sendîkayên Makînesaziyê ya Moskowê Mariya  destnîşan kir: “Em daxwaza bilindkirina mûçeyan dikin. Em dixwazin asta baştirkirina mercên kar jî  bê bilindkirin.”

 

Herwiha Endama Yekîtiya Xwendekarên Rûsyayê Dariya jî dibêje: “Bi nêrîna min, di serî de divê aboriya herêman bê pêşvebirin. Rast e, bihêzkirina berevaniya welêt jî pêwîst e, lê ne bi çend mesefan. Dema ku ji 147 mîlyon welatiyên Rûsyayê,  22 mîlyon di bin asta hejariyê de dijîn,  ew ne asayî ye.”

 

Di maweya 70 salên desthilatdariya komûnîstan de li Yekîtiya Sovyetê mercên kar ji bo karkeran, bê guman ji asta cîhana mayîn baştir bû. Lê li Rûsyaya îro, kedkar bi pirsgirêkên gelek cidî re rûbirû ne.

 

 

Bi giştî li Rûsyayê sendîka û rêxistinên karkeran weke opozîsyon tevnagerin û daxwaz û dirûşmên wan jî gelekî lawaz in. Heta beşdarên meşên 1ê Gulanê bi xwe jî, ji wan daxwazan bê hêvî ne.

 

Başdarê meşê Sergey Sînenîkov dibêje: “Mirov dikare daxwaziya gelek tiştan bike. Heta mirov dikare daxwaza bidestve anîna heyvê jî bike. Lê wateya wê çi ye? Li vir ji daxwaziyê zêdetir, cejn e.  Hewayeke xweş e, gel hatiye ji xwe re kêfxweş dibe. Çi dixwazin, bila bixwazin, jixwe ti encam jê dernakeve.”

 

Li Rûsyayê avhewaya cejnane ya di 1ê Gulanê de weke nêrît ji serdema Yekîtiya Sovyetê maye.  Lê navê seretayî ya Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kedkaran hatiye guhertin, û bûye Roja Ked û Biharê. Û weke diyar e, li Rûsyayê naveroka wê jî, êdî zehmet e ku vegere li mercên kapîtalîzmê.