Maduro gefan li opozisyonê dixwe

01-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Venezuela Maduro Opozisyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demjimêrên destpêkê yên piştî daxwaza Serokê Opozisyona Vanezuelayê bo raperîna leşkerî, Maduro hem hişyarî da Guaido û alîgirên wî û hem jî gef xwarin.

 

Serokê Vanezuelayî Nicolas Maduro diyar kir: “Divê em wan hemû kesên teqe kirine pênase bikin, radestî dadgehê bên kirin û ji aliyê Dozgerê Giştî ve bên dadgehkirin. Hemû dîmenên vîdeoyî hene. Em dizanin ew kî ne û divê bi pey wan de bigerin. Nabe ew neyên cezakirin, pêwîst e bên dadgehkirin daku li Vanezuelayê aştî cîgir bibe.”

 

Guaido ranewestiya û vîdeoya duyem belav kir. Serokê Opozisyona Vanezuelayê Juan Guaido  dibêje: “Birayên min ên Vanezuelayî, ev peyam ji aliyê Juan Guaido, serokê we û fermandarê rewa yê hêzên çekdar ve ye. Em niha dizanin ku ew propagandeya ku qaşo rejîm hêzên çekdar kontrol dike, propagandeyeke derew e. Herwiha em dizanin jî ku Maduro ne ji aliyê artêşê ve rêz lê tê girtin û ne ji aliyê xelkê ve jî. Ji ber Maduro bi xwe berevanî li ti kesî nekiriye."

 

Li gel şerê gotar û milmilaneya medyayî ya navbera Maduro û Guaido, beşeke zêde ya xelkê Vanezuelayê hê jî li ser cadeyan e û guşarê li hêzên ewlekariyê dikin, lê li beramber wan, alîgirên hikûmetê jî hene ku piştgiriya xwe bo Maduro tînin ziman. Îdareya Trump jî hema bibêje rojane li ser rewşa Vanezuelayê daxuyaniyan dide. Ya herî nû jî daxuyaniya Pompeo bû.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir: “Nicolas Maduro bi rastî doh xwe amade kiribû daku bi firokeya xwe ji Vanezuelayê bireve, lê hat rawestandin. Ew rawestan jî bi rastî ji aliyê Rûsan ve bû. Lê divê wê yekê bibêjim ku sibe rojeke din hiltê û derfeteke din ji demokrasiya Vanezuelayê re çêdibe, ez piştrast im.”

 

Di demekê de ku Rawêjkarê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton behsa hebûna bikirêgirtiyên derveyî Vanezuelayê dike ku piştgiriya Maduro dikin, Rûsya dibêje, Washington hewl dide hikûmeta Vanezuelayê ji nav bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst