Gelê resen ê bakurê Efrîkayê Emazîgî: Ziman û kultura me di bin gefê de ne

01-04-2023
RÛDAW
Gelê resen ê bakurê Efrîkayê Emazîgî: Ziman û kultura me di bin gefê de ne
Gelê resen ê bakurê Efrîkayê Emazîgî: Ziman û kultura me di bin gefê de ne
Nîşan Emazîgî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelê Emazîgî ku li bakurê Efrîqayê dijîn û hejmara wan zêdetirê 30 milyon e dibêjin bi dirêjahiya dîrokê zilm li gelê wan tê kirin û ziman û kultura me di bin gefê de ne.

Mamoste Assirem Shuwashi li bajarê Ziware yê rojavayê Lîbyayê kêfxweş e ji ber ku li dibistanê dersa zimanê dayîka xwe dide hejmareke zêde ya zarokên Emazîgî.

Mamosteya Zimanê Emazîgî Assirem Shuwashi got “Zimanê Emazîgî ne tenê tîp û bêje ye, lê tê wateya kultur, nasname û dîroka gelekî mezin. Amazîg û Ereb dû tiştên cuda ne.”

Gelê Emazîg wek yek ji gelên qedîm ên cîhanê tê hesabkirin û li gor dîroknasan, ew gelê resen ê navçeya Bakurê Efrîqayê ne û dîroka wan vedigere zêdeyî 5 hezar salan.

Niha tê texmînkirin ku hejmara wan di navbera 30 heta 35 milyon kesan de be.

Nêzîka 17 milyon ji wan li Mexrîbê ne;

14 milyon li Cezayîrê;

100 hezar li Tunisê;

Zêdeyî 500 hezar li Lîbyayê;

Ev ji bilî wê ya 2 milyon Amazîgî li Ewropa û Amerîkayê.

Di serdema Muammer Qedafî de hemû tiştekî girêdayî Emazîg qedexe bû;

Bi hatina desthilata nû, qedexe neman; lê li beramber nivşekî nû yê Emazîg hatiye pêş û haya wan ji ziman û kultura gelê wan nîne.

Li bajarê Ziware ku wek paytexta Emazîgiyên Lîbyayê tê naskirin, kampanyayeke fêrkirin û hişyarkirina nifşê nû destpê kiriye.

Medyakarê Emazîgî Îsmaîl Abudib dibêje  “Xelkê Ziware Emazîgî ne û bi zimanê Emazîgî diaxifin, loma erkê ser milê me ye rêzê li nasname û dîroka xwe bigrin û zarokên xwe fêr bikin.”

Herçiqas niha li Lîbya û Mexrîbê îtiraf bi zimanê Emazîgî hatiye kirin û rê jî tê dayîn li dibistanan bê xwendin. lê wek Emazîgî dibêjin, ji aliyê Erebên neteweperest ve rûbirûyê bi erebkirinê dibin û sal bi sal jî zêdetir û organîzetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst