Rola mûşeka Javelin di şerê Ukrayna û Rûsyayê de

01-04-2022
Loloxan
Nirxê mûşekekê nêzîkî 500 hezar dolar e
Nirxê mûşekekê nêzîkî 500 hezar dolar e
Nîşan Gavlin Mûşek Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Ukrayna û Rûsya tevî hebûna danûstandinan jî berdewam e û hinek corên çekdan di şer de xwedî roleke bibandor û diyarker in, wek mûşeka Javelin.

Li gundê Lokaynayvka ku tenê 5 kîlometre li bakurê rojavayê Kyivê dûr e û 14ê Adarê ketibû destê hêzên Rûsyayê, roja 30ê Adarê artêşa Ukraynayê kontrol kir.

Beşekî ji dîmenên piştî şer diyar dibe ji tankên têkşikandî yên Rûsyayê ji corê T72 ku sala 1972an ku Yekîtiya Sovyetê ew cor tank çêkiribû.

Nirxê mûşekekê nêzîkî 500 hezar dolar e, ew mûşeka ku Ukraynî bo teqandina tankên Rûsî bikar tînin jê re tê gotin Javelin.

Amerîka û hevpeymanên xwe yên Ewropayê nêzîkî 17000 mûşekên Javelin dane Ukraynayê, bandora wê li çeperên şer wiha kiriye, Kiev daxwaza zêdetir bike daku pêşveçûna hêzên bejayî yên Rûsyayê rawestîne.

Javelin sala 1996ê Amerîka ew çêkiriye, li ser mil tê hilgirtin û dibe bo têkşikandina helîkopterê jî bê bikaranîn.

Sala 2001ê bo cara yekem li Efxanistanê hat bikaranîn û piştre jî di sala 2003an de bo têkşikandina tankên Iraqê sûd jê hat wergirtin.

Nirxê mûşekekê 178 hezar dolar e û nirxê avêjkerê wê 78 hezar dolar e. Giranbûna wê 6.4 kîlo giram e, û dikare ji 2500 metre heta 4750 metre li gor awayê bikaranîna wê biçe.

Dîmenên roja 23ê Kanûna 2021ê, wata 2 meh berî destpêkirina êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê nîşan didin ku serbazên Ukraynî rahênanê li ser Javelin dikin, rahênaneke ku di dema 35 rojên borî de hêzeke zêde li çeperên şer pê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst