NATO: Leşkerên Rûs ji bo êrîşê ji nû ve kom dibin

01-04-2022
RÛDAW
Nîşan NATO Jens Stoltenberg Rûsya Ukrayna Kyiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku wan ti nîşanek ji vekişîna hêzên Rûsyayê li Ukraynayê nedîtiye û ew li bendê ne ku Rûsya êrîşên xwe zêdetir bike.

Jens Stoltenberg di preskonferansa ji bo eşkerekirina Rapora Salane ya 2021 ya NATOyê de, behsa rewşa dawî ya şerê Ukraynayê û Rûsyayê jî kir.

Stoltenberg diyar kir ku ew pêşwazî li hemû hewldanên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê dikin û got, “Di vê çarçoveyê de ez spasiya Tirkiyê dikim ku mazûvaniya hevdîtinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de kir.”

Stoltenberg, da zanîn ku wan gotinên ku dibêjin dê Rûsya êrîşên xwe yên li derdora Kyiv û li bakurê Ukraynayê kêm bike, bihîstiye û got, “Rûsya gelek caran niyeta xwe derewand. Em Rûsyayê bi kiryarên wê dinirxînin, ne bi gotinên wê.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê wiha berdewam kir: “Li gorî îstîxbarata me, hêzên Rûs venakişin, xwe ji nû ve bi cih dikin. Rûsya ji nû ve kom dibe, ji nû ve tedarik dike û êrîşa xwe ya li ser herêma Donbasê xurt dike. Di heman demê de, Rûsya zextên xwe yên li ser Kyiv û bajarên din didomîne. Lewma em çaverê dikin ku bibe sedema êşên bêtir û li benda êrîşên zêdetir in.”

Jens Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê hema hema ti îradeya siyasî ji bo çareserkirina krîzê nîşan nedaye û careke din Rûsya vexwend ku şer rawestîne û diyalogê bike.

Stoltenberg destnîşan kir ku hevalbendên NATOyê dê piştgiriya xwe bo Ukraynayê bidomînin û got, “Heta ku hewce bike divê em piştgiriya bi çekan a bo Ukraynayê berdewam bikin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst