Aleksey Navalny dest bi greva birçîbûnê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Rûs yê girtî Aleksey Navalnî dest bi greva birçîbûnê kir.

Aleksey Navalny ku kesayeteke opozîsyona Rûsyayê ye û niha di zindanê de ye, bi sedema ku mafê wî yê seredana bijîşk û wergirtina dermanên pêwîst tê astengkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Bi riya peyamekê ku li ser Instagramê hatiye belavkirin, Navalny dibêje, ji bo yasa were cîbicîkirin û bihêlin ew bijîşkê xwe bibîne, wî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Tê gotin ku Navalny gazinan ji êşa piştê dike û dibêje ew êş xwe ber dide rahnê wî yê rastê û ditirse ku pûç bibe. Bijîşk û parêzerên wî jî ditirsin ku rahnê wî yê rastê pûç bibe.

Aleksey Navalny ji ber rexnekirin û dijayetiya desthilata Pûtîn li Rûsyayê bi awayekî gumanbar hate jehrdan, ew li Almanya hate çareserkirin û dema vegeriya Rûsya li balafirgehê hate girtin. Ew niha li zindana Pokrov ku dikeve rojhilatê bajarê Mosko girtî ye.

Navalny dide zanîn ku li şûna alîkariya tendurustî ew wî bê xew dihêlin û her şev 8 caran ji xewê şiyar dikin.

Yekîtiya Ewropa û Amerîka biryara girtina Navalny weke biryareke siyasî pênase kiribûn û daxwaza berdana wî kiribûn.