Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihad ji dema ku Sûriye rûbirûyê krîz û şer bûye, Washingtonê 13 milyar dolar alîkariya mirovî pêşkêş kiriye.
Ned Price di civîna çapemeniyê ya heftane de got, bi rêya balyoz Linda Thomas-Greenfieldê Amerîkayê di van çend rojên borî de 596 milyon dolar wek alîkariya mirovî bo rûbirûbûna krîza Sûriyê xerc kiriye.
Price got, ew alîkariya mirovî têra 13 milyon xelkê Sûriyê dike ku ji tirsa “girtin û tundûtûjiya nedadperwerane” ya Beşar Esed reviyane.
Li gor Netewên Yekbûyî ji ber şerê deh salan ên li Sûriyê, 10 milyon Sûrî li nav wî welatî koçber bûne û 10 milyon Sûrî jî penaberî welatên navçeyê û cîhanê bûne.
Penaberên Sûrî li gelek welatên weke Misir, Iraq, Urdin, Lubnan, Tirkiye û Almanyayê bicih bûne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku Amerîka wek pêşeng di pêşkêşkirina alîkariya mirovî de bo xelkê Sûriyê dimîne û got, Washingtonê bi rêya Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî hewla nûkirina dema çûn û hatina deriyên sînor bo gihandina alîkariya mirovî bo xelkê Sûriyê dide.
Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî di du rojên 29 û 30ê Adara îsal li Brukselê pêncemîn konferansa ya taybet bi Sûriyê jibo komkirina alîkariyên mirovî lidarxistin. Di vê konferansê de 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo xelkê Sûriyê hat berhevkirin.
Konferans bi awayê online hat lidarxistin û têde 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropa, Amerîka û çend welat û rêxistinên din ên cîhanê beşdar bûn.
Komîsyarê Yekîtiya Ewropayê ji bo Birêvebirina Kirîzan, Janez Lenarcic got, ku di konferansa îsal de 6 milyar û 400 milyon dolar hatine komkirin. Pêş lidarketina Konferansa Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, dihate gotin ku plana komkirina 10 milyar dolar heye, lê 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo alîkariya xelkê Sûriyê hat komkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse