Kadyrov bo Rûdawê: Em dê hemû zarokên Çeçenî yên nav DAIŞê vegerînin

01-04-2019
Xalid Hisên
Bêtir ji 400 keç û jin ji Herêma Çeçenê tevli refên DAIŞê bûbûn. Wêne. Rûdaw TV.
Bêtir ji 400 keç û jin ji Herêma Çeçenê tevli refên DAIŞê bûbûn. Wêne. Rûdaw TV.
Nîşan Çeçenya Ramzan Kadyrov DAIŞ Jin Zarok
A+ A-

Grozny (Rûdaw) – Serokê Çeçenyayê Ramzan Kadyrov ji Rûdawê re piştrast kir ku ew dê hemû zarokên Çeçenî yên li nav DAIŞê vegerînin welat. Kadyrov lê belê di derbarê çarenivîsa jinên Çeçenî yên nav DAIŞê de tiştek negot.

 

Ramzan Kadyrov herwiha got: “Em dê vê pirsgirêkê çareser bikin û hemû roj û hemû demjimêran em (ji bo vê yekê) dixebitin, em narawestin heta ku hemû ew zarok vedigerin.”

 

Çeçenya herêmeke federal a ser bi Rûsyayê ve ye. Bêtir ji 400 keç û jin ji Herêma Çeçenê tevli refên DAIŞê bûbûn ku hejmareke zêde ya wan di şerên wê dawiyê de hatine kuştin.

 

Lê belê gellek ji wan keç û jinên Çeçenî yên nav DAIŞê hêj di jiyanê de mane û li Iraq û Sûriyê girtî ne.

 

Tîmeke Tora Medyayî ya Rûdaw ji bo şopandina dosyeya wan keç û jinên Çeçenî yên nav DAIŞê serdana vê herêma Rûsyayê kir û li Grozny ya paytexta wî welatî bi kesûkarên çend kes ji wan keç û jinan re çavpêkevtin encam da.

 

Li malekê li Grozny çar jinên Çeçenî li mala yek ji wan keçên ku tevli refên DAIŞê bûne, ji Rûdawê re behsa çawaniya çûna keçên xwe bo nav DAIŞê û serpêhatiyên wan li nav DAIŞê dikin û dibêjin: “Ti tawana keçên me nîne û di bin guvaşa mêrên xwe de neçar bûne û çûne nav DAIŞê.”

 

Dayika yek ji keçên Çeçenî yên nav DAIŞê, Melîke dibêje: “Beşek ji wan keçên ku niha di girtîgehên Bexdayê de ne, pêştir li cem Heşda Şeibî girtî bûn, wan keçan bi telefonê ji me re gotin ku heft melên din jî hene ku Heşda Şeibî keçên Çeçenî têde zindanî kiribûn û li wan malan gellek jin û zarok hene. Em dixwazin ligel wan kesan biaxivin ku zarokên me dîl girtine, em gellek rica dikin, zarokên me vergerînin cem me, dema zarokên me çûne Tirkiyê û ji Tirkiyê ve çûne Sûriyê, bo nav DAIŞê, ti kesî ji wan nerpirsî ku hûn diçin kuderê. Ti kesî daxwaza pasportê ji wan nekiriye, heta keçên me pasportên zarokên xwe jî bi xwe re nebirine, lê belê îro vê daxwazê ji me dikin. Hejmarek ji wan dayikan mirin û taba çavlirêbûna hatina keçên xwe neanîn.”

 

Amîne yek ji wan zarokên keç ên Çeçenî yên nav DAIŞê ye ku demek berê li Iraqê tevî dayika xwe girtî bûye û li zîndanên Bexdayê bûye. Niha ew bo welatê xwe hatiye vegerandin lê belê dayika wê hêj li Bexdayê di girtîgehê de ye.

 

Amîne daxwaz dike ku dayika wê vegerînin cem wî û dibêje ku ew gellek bîra wê dikim.

 

Hikûmeta Herêma Çeçenya û Dezgeha Asayişa Federal a Rûsyayê derbarê çarenûsa wan jin û zarokên Çeçenî yên nav DAIŞê û vegera wan bo welat de nakokin.

Li gor amarên nefermî yên Komeleya Dayikên Rûsyayê, 600 jin û 1200 zarokên Rûsî di nava DAIŞê de bûne, ku heta niha tenê 30 zarok bo Rûsyayê hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst