Trump şêwirmend û hevpeymanên Amerîkayê jî nîgeran dike

Hewlêr (Rûdaw) – Pêngavên Amerîkayê yên derbarê Sûriyê de bandor li ser Rojavayê Kurdistanê dike. Daxuyanî û helwêsta herî dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Sûriyê de, nîgeranî li cem hejmarek ji şêwirmendên Trump û hevpeymanên Washingtonê çêkiriye.

 

Donald Trump roja pêncşemê li eyaleta Ohio di axaftinekê de ragihand: “Em bi awayekî sift DAIŞê bombebaran dikin û di demeke nêz de emê ji Sûriyê derkevin. Bila kesên din giringî bi wê derê bidin. Di demeke nêz de emê derkevin.”

 

Ji ber gotinên Donald Trump, şêwirmendên wî mat mane. Çimku heta niha wisa bawer dikirin ku du meh berê karibûn Trump razî bikin ku hêzên Amerîkayê li Sûriyê bi maneke vekirî bimînin.

 

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, şêwirmendên Donald Trump wisa bawer in ku vekişîna artêşa Amerîkayê ji Sûriyê, xelet e. Çimku dibe ku pêngaveke bi vî awayî bibe sedema bihêzbûna DAIŞê û çêkirina valahiyekê ku grûpên tundrew ên din, yan jî Îran tije bike û vê yekê jî ji serokê welat re ragihandine.

 

Dibe ku biryara Trump bandora herî mezin li ser hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bike ku bêyî hebûna Artêşa Amerîkayê dibe ku hêzên Kurdî nekaribin rûbirûyî êrişên dahatû bibin, çi ji aliyê Artêşa Tirkiyê be, çi jî ji Artêşa Sûriyê ve.

 

Helwêsteke din a nû ya Trump ew e ku plana Wezareta Derve ya Amerîkayê hebû ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê û avakirina herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê 225 milyon dolar terxan bike, lê li gor medyayên Amerîkayê, Koşka Spî daxwaz ji Wezareta Derve kiriye ku vê planê bide rawestandin.

 

Sala par Wezareta Derve ya Amerîkayê qasî 200 milyon dolar ji bo seqamgîriya Sûriyê xerc kir, ku ji bo jinavbirina bombe û mayînan, vegerandina xizmetguzariyên weke av û elektrîk li çend deverên Rojavayê Kurdistanê û Reqa, Minbic û çend herêmên din.

 

Helwêstên Serokê Amerîkayê nîgeranî li cem welatên hevpeymanan jî çêkiriye, ji ber ku hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê wisa bawer in ku ev kar tê wateya bihêzbûna neyar û dijminên wan.