Nêzîkî %70ê bajarê Bakhmutê wêran bûye

01-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ukrayna ragehind, rewşa wan li derdora Bakhmutê gelek xirabe, hêzên Rûsî hewl didin wî bajarî bi temamî dorpêç bikin.

Hêzên Ukraynayê li nêzîkê herêma Donetskê pêgehên Rûsyayê mûşekbaran dikin û bajarê Bakhmutê li wê herêmê  bûye navenda şerê navbera artêşa Ukrayna û Rûsyayê.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky dibêje: “Derbarê Bakhmutê de, rewş her diçe girantir dibe, dijmin bê navber wan cihan têk dişkîne ku bo parastina pêgehên me yên berevaniyê tên bikar anîn.”

Ev şeş meh in artêşa Rûsyayê hewlên xwe yên bo girtina bajarê Bakhmutê dijwartir kirine. Gelek zehmet e li vî bajarî avahiyekî bibînî topek lê neketibe.

Li gor berpirsên Ukraynayê, nêzîka %70ê bajêr bi tevahî wêran bûye. Hêjmara nîşteciyên Bakhmutê berî şer, bi qasî 80 hezar kesan bû. Li gor amarên ne fermî, niha 5 hezar kes li wî bajarî mane ku beşekî wan naxwazin bajarê xwe bi cîh bihêlin.

Welatiya Ukrayna Lyubov jî dibêje: “Ti cihek nine pê de biçim. Keça min li nêzîkê Bakhmutê dijiya. Ev meheke haya min jê nîne. Nizanim miriye yan maye. Xetên înternetê jî nînin ku li rewşa wê bipirsim.”

Şer rewşa mirovî li wir zehmet kiriye û xelkê sivîl qurbaniyên sereke yên wî şerî ne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, salek piştî despêkirina şer, herî kêm 8 hezar û 101 kesên sivîl li Ukraynayê hatine kuştin û 13 hezar û 479 kes jî birîndar bûne.

Di heman demê de, zêdeyî 5 milyon kes koçber bûne û zêdeyî 8 milyon kesan jî welatê xwe bi cîh hiştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst