8 Photos
Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê di roja xwe ya şeşem de berdewam e û li gor wêneyên satelîtê ku kompanyaya Maxar belav kiriye, Rûsyayê hêzeke mezin ber bi Kyivê ve xistiye tevgerê.
Netewên Yekbûyî dibêje, ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve nîv milyon kes ji Ukrayanyê derketine û koçber bûne.
Hikûmeta Ukrayanyê derketina ji welat ji hemû mêrên Ukranî qedexe kiriye û tenê jin û zarok dikarin derkevin. Ji ber wê biryarê jî endamên beşek ji malbatên Ukraynî ji hev veqetiyane.