ICC dê li Ukraynayê ji bo sûcên şer lêkolîn bike

01-03-2022
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ICC Karim Khan Ukrayna Sûcên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ragihand dê li Ukraynayê li ser "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" lêpirsînê bide destpêkirin.

Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Karin Khav di derbarê mijarê de got “Ji bo destpêkirina lêpirsînê bingehek maqûl heye. Lêpirsîn dê tawanên ku li her deverê li ser axa Ukraynayê ji aliyê her yek ji aliyên şer ve hatine kirin vekolîne.”

Khan destnîşan kir ku lêpirsîna li ser rewşa Ukraynayê dê "di zûtirîn dem de were vekirin."

Piştî topbarana Rûsyayê li ser bajarê Kharkiv, ku deverên niştecîh kir armanc, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li dadgehên navneteweyî kir ku bikeve nav tevgerê. Li ser vê yekê piştî çen demjimêran ICC daxuyani da.

AFP roja Sêşemê ragihand ku ji destpêka êrîşan ve herî kêm 352 kes hatine kuştin, di nav wan de 14 zarok jî hene.

Ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku piştî êrişa Rûsyayê heta niha nîv milyon Ukraynî berê xwe dane ser sînorên welatên cîran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst