Bi 2 belemên biçûk 128 koçberan xwe gihande girava Lesbos

Lesbos (Rûdaw) – Piştî ku Tirkiyê sînorên xwe li ber koçber û penaberên li wî welatî vekir, 128 koçeberan bi du belemên biçûk xwe gihandin Girava Lesbos a Yunanê.

Di belema yekem de 74 koçber hebûn ku hemû xelkê Efxanistanê ne û di tarîtiya şevê de bi 3 saetan xwe gihandine Girava Lesbos a Yunanê.

Hêza Frontex û Polîsê Yunanê nav û temen û zanyariyên derbarê koçberan de tomar kirin. Di nava koçberan de 36 zarok, 16 jin û 22 zilam hene.

Firîşte yek ji wan koçberan e, ew ji Rûdawê re dibêje: “Ji te re çi bibêjim, em tirsiyabûn, lê belê spas ji bo Xwedê ku em bê metirsî gihîştin vir.”

Semed jî dibêje: “Gelek metirsîdar bû, lê belê em neçar bûn, zarokê min birîndar bûbû lê ez neçar bûm bi vê rewşê jî her bêm, min dê çi bikiriba, neçarî ye.”

Koçbereka din a bi navê Semîn jî ragihand: “Ji ber metirsiya avê, ti kes nawêre bihê, çimku ava deryayê metirsîdar e, lê belê me xwe li avê da, çimku jiyana me li Efxanistanê gelek zehmet bû.”

Xeyrullah jî dibêje: “Me tiştek nebû ku di nava belemê de bikar bînin û berdewam me digot, em dê niha bixeniqin, lê herî dawî em gihîştin cih.”

Piştî ku ew koçber gihîştin girava Yunanî, rêxistina koçberan a ser bi Netewên Yekgirtî (UNHCR) û rêxistinên din ên mirovî gihîştin deverê û alîkarên destpêkê pêşkêşî koçberan kirin.

Koçbereke din dibêje: “Xwedê bike ji me re çê bibe û em bibin xwediyê jiyaneke aram. Li Efxanistanê hemû şer û bextreşî e û jiyan li wê derê tejî pirsgirêk e.”

Koçberekî din dibêje: “Duh zanyarî gihîşt me ku rê vekirî ne û me hewl da ku bêne vî aliyê sînor û jiyanekê ji xwe re dabîn bikin. Li Efxanistanê her şer û kuştin e û kes rehmê bi kesê nake û em neçar kirin ku em bêne vir, daku tiştekî ji bo xwe bikin. Duh şev ku em hatin, em pir nêzîkî mirinê bûn. Em derdora 80 kesan bûn di nava belemeke plastîkî de û eger zirareke biçûk jî gihîştibayê, em hmû dê bixeniqîban û em dê bimiriban.”

Koçberek din ji Rûdawê re behsa jiyana xwe û hewldana xwe bo gihîştina bi Ewroapyê dike û destnîşan dike: “Heft zarokên min hene û min rakirin û bi vê rêya dijwar a deryayê re min anîne vir, eger xwedê neke belem noqim biba, em dê hemû bimiribana. Em gelek tirsiyabûn lê belê kêşeyên Efxanistanê gelek zêde ne, me got, ev baştir e ji vê ku em li wê derê bêne kuştin, lewma me got bila em ji destên wan rizgar bibin.”

Hikûmeta Yunanê rêkarên li ser sînorên xwe yên bi Tirkiyê re gelek tund kirine, lê belê heta niha nekariye sînorên xwe yên deryayî kontrol bike. Bi awayekê tenê di rojekê de zêdetir ji 300 koçber bi rêya deryayê ve gihîştine Girava Lesbosê.

Li giravên Yunanê heta niha zêdetir ji 42 hezar koçber hene.