Nivîskarên Xelata Nobelê bang li Erdogan dikin

01-03-2018
RÛDAW
Nîşan Nobel Nivîskar Ahmet Altan Mehmet Altan Nazli Illicak Rewşa Awerte
A+ A-

Navenda Nûçeyan – 38 nivîskarên xwedî Xelata Nobelê banga Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin daku li wî welatî sepandina Rewşa Awarte rake û nivîskarên wek Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak serbest berdin.

 

38 nivîskarên cîhanî ku heta niha xelata Nobelê wergirtine bo Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan nameyek vekirî belav kirin. Nivîskar ji Erdogan daxwaza serbest berdana Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak dikin ku di çarçoveya daraza berpirsên hewla derbeyê de cezayê mubet li wan hatibû sepandin.

 

Di nameyê ku têde hate bîrxistin Erdogan ji ber helbesta ku sala 1999ê xwendî hatibû girtin wiha hatiye nivîsandin: “Ew biryar dadperwer nebû, biryareke deryasayî û zordest bû. Dezgeh û saziyên mafên mirovî yên wê heyamê hûn mafdar dîtin, niha jî li hemberî binpêkirinên li Tirkiyê diqewimin matmayî ne.”

 

Nivîskarên cîhanî di beşeke din a nameyê de gotina Erdogan a “Tirkiye êdî ne ew welat e ku nivîskarên mezin bixe zîndana” bîr tînin û dibêjin: “Wê rojê herdu kurên Çetin Altan ên bi navê Ahmet Altan û Mehmet Altan jî guhdarî te dikrin. Piştî 9 salan cezayê heta hetayê ji wan re hat birrin. Ma ev ne nakokiyeke mezin e? Nazli Ilicak, Ahmet Altan û Mehmet Altan her tim dijî milîtarîzmê derketine lê dîsa jî bi piştgiriya rêxistina teror û pêkanîna darbeyê têne tohmetbarkirin.”

 

Di nameyê de banga bidawî anîna Rewşa Awerte, pêkanîna serweriya hiqûqê, vegerandina ramana azadiyê û azadkirina Nazli Ilacak, Ahmet Altan û Mehmet Altan tê kirin.

 

Nivîskarên xwedî xelata Nobelê yên nameya hevbeş îmze kirine ev in:

 

Svetlana Alexievich, Philip W. Anderson, Aaron Ciechanover, J. M. Coetzee, Claude Cohen-Tannoudji, Elias J. Corey, Gerhard Ertl, Albert Fert, Edmond H. Fischer, Andrew Z. Fire, Andre Geim, Sheldon Glashow, Serge Haroche, Leland H. Hartwell, Oliver Hart, Richard Henderson, Dudley Herschbach, Avram Hershko, Roald Hoffmann, Robert Huber, Tim Hunt, Kazuo Ishiguro, Elfriede Jelinek, Eric S. Maskin, Hartmut Michel, Herta Müller, V. S. Naipaul, William D. Phillips, John C. Polanyi, Richard J. Roberts, Randy W. Schekman, Wole Soyinka, Joseph Stiglitz, Thomas C. Südhof, Jack W. Szostak, Mario Vargas Llosa, J. Robin Warren, Eric F. Wieschaus.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst