Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê derbarê derbasbûna koçberan daxuyanî da

01-02-2025
Hêmin Ebdullah
Koçberên li Brîtanyayê / Wêne: Ji dîmenan
Koçberên li Brîtanyayê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Brîtanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku  vê hefteyê ti koçber derbasî welatê wan nebûne.

Hfteya borî ti koçber bi qayikên biçûk di Kanala Îngilîzî re derbasî Brîtanyayê nebûne.

Ev daneyên fermî yên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê (Home Office) ne.

Li gel vê yekê jî biryar e ku li Parlamentoya Brîtanyayê deng li ser projeqanûnekê were dayîn ku rê dide dema koçberek digihîje wî aliyê avê û xwe teslîm dike, polîs yekser telefona wî jê bistîne.

Projeqanûn desthilateke zêdetir jî dide hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên din da ku lêkolîna zêdetir bi wan kesan re bikin ku guman tê kirin bi qayikên biçûk koçberan ji Kanala Îngilîzî dibin nav Brîtanyayê.

Armanca derxistina vê qanûnê ku piştgiriya hikûmetê jî jê re heye, ew e ku hêsantir were zanîn koçber û qaçaxçî çi dibêjin û çawa pêwendiyê dikin.

Ev jî dê bibe alîkar ji bo dîtina qaçaxçiyan û eşkerekirina rêyên birîna koçberan.

Berê jî polîsên Brîtanî telefon ji koçberan wergirtibû lê di dozekê de sala 2021an dadgehê giliyek li berjewendiya hin koçberan yekalî kir ku ew karê polîs wekî neyasayî didîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst