Dusseldorf (Rûdaw)- Macaristanê biryar da ku êdî mafê mayînê nade welatiyên biyanî yên ku bi kirîna milk û xaniyan hilberînê dikin.
Macaristan ku yek ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bû, berê bi bernameya "vîzeya zêrîn" mafê mayînê dida kesên ku sermayeya wan a 250 hezar Euroyî hebû û milkek li wî welatî dikirîn.
Bi vê biryarê vîzeya zêrîn mafê mayînê hem ji wan û hem jî ji endamên malbata çêdibû.
Hikûmeta Macaristanê da zanîn ku sedema wê biryarê zêdebûna bihayê xaniyan e û bazara xaniyan êdî nikare vê zextê ragire.
Beriya Macaristanê, Portekîzê jî ev bernameyê rawestandibû.
Her wiha Spanyayê jî berê mercên mafê mayînê guherandibû û dabû zanîn ku kesên ku bi kirîna milkekî mafê mayînê wergirin divê bi qasî bihayê wî milkî bacê bidin hikûmetê.
Spanyayê jî ev ji bo kêmkirina zexta bazara xaniyan pêk anî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse