Parlamentoya Almanyayê - Projeyasayeke penaberiyê hat redkirin

01-02-2025
Hêmin Ebdullah
Parlamentoya Almanyayê\ Wêne Arşîv
Parlamentoya Almanyayê\ Wêne Arşîv
Nîşan Parlamentoya Almanyayê Partiya Xirîstiyanan a Demokrat (CDU) AfD Penaber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw)- Li Parlamentoya Federal a Almanyayê projeyasaya ku dê sînordariyên tund li ser penaberan bianiya hat redkirin.

Li gorî agahiyan, roja çarşemê projeyasaya penaberiyê bi 350 dengan li hemberî 338 dengan hat redkirin.

Projeyasaya ku ji aliyê Partiya Xirîstiyan Demokrat (CDU) ve hatibû pêşkêşkirin, ji bo sînordarkirina penaberiya neyasayî hin tedbîrên tund li xwe digirtin. 

Projeyasayê daxwaza danîna xalên kontrolê yên berdewam li ser sînoran û sûcdarkirina kesên ku bê vîze tên Almanyayê dikir.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku wekî rastgir û li dijî penaberan tê zanîn jî piştgirî da vê projeyasayê.

AfDyê li dijî malbatên penaber kampanyayek bi rê xistibû û ji wan re bilêtên yekalî yên ji bo derketina ji Almanyayê şandibûn.

Gelek ji van malbatan zêdetirî 50 salan e li Almanyayê ne û neviyên wan jî li wir ji dayîk bûne.

Li gorî çanda siyasî ya Almanyayê partiyên rast û çep her tim li dijî wê yekê ne ku partiyên tundajo bandorê li ser yasayan bikin.

Xirîstiyan Demokratan rexneyeke zêde li helwesta serokatiya partiya xwe kir.

Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel jî yek wan ji kesan bû ku helwesta partiya xwe rexne kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst