Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê helîkoptera rizgarkirinê ku 6 kes tê de bûn bi ser taxekê de ket.
Li gorî zanyariyên destpêkê 6 rêwiyên helîkopterê mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan balafira cureyê Learjet 55a ji Balafirgeha Philadelphiayê rabû bi ser taxekê de ket.
Tê gotin ku balafirê berê xwe dabû Balafirgeha Neteweyî ya Springfield-Bransonê ya eyaleta Missouriyê.
Balafir piştî rabûnê bi 30 çirkeyan gihişt bilindahiya 487 metreyan û di radarê de winda bû.
Dezgeha Federal a Balafirvaniyê ya Amerîkayê (FAA) jî ragihand ku helîkopter piştî bilindbûna ji balafirgehê ketiye.
“Agir bi malên taxê ketiye”
Kamerayên ewlehiyê yên li derdorê ketina helîkopter qeyd kiriye.
Li aliyê din medyaya Amerîkayê eşkere kir, piştî ku balafir bi ser taxê de ket agir bi xaniyan wê taxê ketiye.
Hat ragihandin ku çend kesên li derdorê ji ber ketina balafirê birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Serokê Şaredariya Philadelphiayê Şeryl Parker di konferenseke rojnamegeriyê de got:
"Ji ber bûyerê gelek xanî û otomobîlan zerer dîtine lê ti agahiyên me li ser hejmara mirî û birîndaran nînin."
Sedema qezayê hîn nehatiye zelalkirin.
Divê were gotin ku di nava çend rojan de ev qezaya duyem a balafiran e li Amerîkayê diqewime.
Roja çarşema borî jî li asmanê Washingtonê DCyê helîkoptereke leşkerî û balafireke rêwiyan li hev qelibîn.
Di helîkoptera leşkerî de 3 kes û di balafira rêwiyan de 64 kes hebûn ku hemûyan canê xwe ji dest dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse