Barbara Leaf: Herçend ji bo Îraqê zehmet be jî divê grûpên çekdar kontrol bike

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Barbara Leafê got, “Herçend karekî dijwar be jî kontrolkirina grûpên çekdar erkê herî girîng ê Îraqê ye.”

Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leafê di bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde de, behsa tedbîrên Hikûmeta Amerîkayê yên li Bexdayê li dijî grûpên çekdar kir.

Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Barbara Leafê anî ziman:

“Ev rewşek e ku ev çend sal in Îran hewl dide biafirîne, ji ber wê jî berpirsyariya yekem û herî sereke ya Hikûmeta Îraqê ye ku van mexlûqan kontrol bike.

Em dizanin ku di rewşeke ku ev kom bi salan e ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin û çekdarkirin, ev yek zehmet e.”

Barbara Leafê diyar kir ku divê Hikûmeta Îraqê bi awayekî berfirehtir li dijî komên “neqanûnî” bixebite û got:

“Em dixwazin ji bo pêşîgirtina li van êrişan gavên zêdetir bên avêtin û bersiva pêwîst bidin sûcdaran.”

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku lêkolînên berfireh derbarê êrişa li dijî hêzên Amerîkayê yên li Urdinê berdewam in.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê 29ê Kanûna Paşîna 2024an bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê kir.

Di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û herî kêm 40 leşker jî birîndar bûn.