Cotkaran li ber Parlamentoya Ewropayê xwepêşandan kir

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Xwepêşandan Cotkar Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Belçîkayê cotkaran bihabûn, polîtîkayên jîngehê yên Yekîtiya Ewropayê û hilberînên erzan ên îthalê protesto kirin.

Grûpek cotkar jî li Meydana Luksemburgê, li ber Parlamentoya Ewropayê xwepêşandan li dar xist.

Ji ber xwepêşandanê, deriyên hewşa parlamentoyê bi têlên bi sîx hatin girtin.

Xwepêşandanên cotkar ên Belçîkayî yên ku ji ber pirsgirêkên di sektora çandiniyê de rû didin doh jî berdewam kir.

Cotkaran bi traktoran rêya Brukselê û rêyên sereke yên çûyîna bajarên din ji çûnûhatinê re girtin.

Cotkar li hemberî zêdebûna mesrefan daxwaza bihabûna berhemên çandiniyê dikin.

Herwiha cotkar qaîdeyên hawirdor û avhewayê yên Yekîtiya Ewropayê jî rexne dikin.

Li Ewropayê cotkar di çalakiyê de ne

Cotkarên welatên Ewropayê demeke li dijî polîtîkayên çandiniyê xwepêşandanan li dar dixin.

Di destpêka van welatan de jî Almanya, Fransa, Spanya, Holenda, Belçîka, Polonya, Îtalya û Macaristan tê.

Pirsgirêkên ku ji aliyê cotkaran ve têne rexnekirin, polîtîkaya Yekîtiyê ya çandiniyê, armancên restorekirina xwezayê, qutkirina piştgiriyê, mesrefên zêde yên enerjî, sotemenî û gubreyê yên ku di encama şerê Rûsya-Ukraynayê de derketine û berhemên erzan ên ji Ukraynayê tên in.

Cotkaran li seranserî Ewropayê ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê, bac û kêmbûna piştgiriyê, ji par ve li ber sazî û rêxistinên curbecur xwepêşandanan li dar dixin.

Cotkar bi rijandina heriyê yan jî gubreyê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Cotkar Yekîtiya Ewropayê rexne dikin û dibêjin, “di çarçoveya Peymana Kesk de, çandiniyê zehmet dikin û bi qaîdeyên hişk ên li ser bikaranîna gubre û pestîsîtê jî zehmet dikin.”

Dema ku li Polonya û Romanyayê daxwaza qedexekirina îthalata dexlên erzan ên Ukraynayê derdikeve pêş, li Fransayê jî zêdekirina bihayê sotemeniyê û bernameya “Peymana Kesk” a Yekîtiya Ewropayê û zêdekirina lêçûnên li Îtalyayê cihê bertekan e.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst