Hewlêr (Rûdaw) – Li Hindistanê kevoka ku bi “sîxurtiya Çînê” dihat tawanbarkirin piştî 8 mehan hat berdan.
Li gorî nûçeya Press Trust of Indiayê, li Hindistanê kevokek meha Gulana 2023yan bi gumana ku Çîn wekî sîxur bi kar tîne hat desteserkirin.
Hat gotin ku li ser lingê kevokê “nivîsên ku dişibe ya Çînî” hene.
Ev yek bala polîsan dikişîne û kevokê dişînin Nexweşxaneya Lawiran a Sakarbai Dinshaw Petitê ya li bajarê Mumbaiyê.
Kevok, 8 meh bûn di bin çavdêriyê de ye.
Kevok piştre jî şandin Komeleya Pêşîlêgirtina Zilma li dijî Lawiran a Mumbaiyê, beytarên komeleyê kevok berdan.
Li gorî nûçeya ajansa Hindistanê ragihandiye, derket holê ku kevoka ku hatiye desteserkirin kevoka pêşbaziyê ya Taywanê ye.
Li herêma Keşmîrê ku di navbera Pakistan û Hindistanê de herêma nakok e, bi pêşbaziya kevokan navdar e.
Di navbera gundên Pakistan û Hindistanê de jî ev pêşbazî têne kirin.
Dem bi dem revîna kevokan jî ji rêzê ye.
Sala 2016an, li ser lingê kevokekê peyama gefxwarinê ya li dijî Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi hatibû nivîsîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse