Yekîtiya Ewropayê biryar da: Dê 50 milyar euroyî bide Ukraynayê

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê bi paketeke 50 milyar euroyî piştgirî dide Ukraynayê.

Wezîrên parastinê yên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li Wezareta Parastinê ya Belçîkayê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATOyê û Berpirsa Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê re civiyan.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ragihand ku mijara sereke ya civînê alîkariya darayî ya ji bo Ukraynayê bû.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo ku di 4 salên pêş de bênavber piştgiriyê bide Ukraynayê xwest di budçeya 2024-2027an de foneke 50 milyar euroyî were dayîn.

Di lûtkeya meha Kanûna Pêşîna 2023yan de destpêkirina hevdîtinên endamtiya Ukraynayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê hatibû rojevê.

Macaristanê endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê red nekiribû lewra biryara paketa alîkariyê red (veto) kiribû.

Paketa piştgiriya darayî ya ku ji 33 milyar euro deyn û 17 milyar euro jî alîkariya ku nayê vegerandin pêk tê, ji ber vetoya Macaristanê nehatibû qebûlkirin.

Ji ber vê sedemê jî 1ê Sibata îsal civîneke nû ya lûtkeyê hat lidarxistin.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel derbarê lûtkeyê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Michel di daxuyaniya xwe de got:

“Me li hev kir. Her 27 rêber li ser paketeke piştgiriyê ya 50 milyar euroyî ku ji budçeya Yekîtiya Ewropayê ji bo Ukraynayê li hev kir.

Ev ji bo Ukraynayê pabendiyeke darayî ya demdirêj û pêşbînîkirî ye.

Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya piştgiriya Ukraynayê digire ser xwe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst