Netanyahu: Ez amade me di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bikim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, heger jê were xwestin ew amade ye di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike ji bo bidawîkirina şer.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê 31ê Çileya 2023an di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Amerîkayê de amadebûna xwe ji bo navbeynkariya di navbera Rûsya û Ukraynayê de nîşan da, eger her du welat yan jî Amerîka daxwaz bikin.

Netanyahu got, “Heger aliyên peywendîdar ji min bixwazin, ez ê li ser bifikirim lê ez bi xwe tiştekî nabêjim û divê di demeke guncaw de û di rewşeke guncaw de be ku wê rolê bilîzim” û destnîşan kir ku Amerîka jî bixwaze ji ber ku divê zêde destwerdan neyê kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re roja Duşemê li Orşelîm/Quds civiya û ji medyaya Amerîkî re got ku di destpêka êrîşên Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, ji wî hat xwestin ku di asayîkirina rewşê de rola xwe bilîze û navbeynkariyê di navbera Moskow û Kyivê de bike lê wî red kiriye ku û anî ziman, “Ji ber ku ez wê demê ne serokwezîr bûm, di jiyana min de yasayek heye, divê yek serokwezîr hebe.”

Di meha Adara borî de hikûmeta Ukraynayê ji serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett xwestibû ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike. Piştî daxwazê yekser serokwezîrê berê yê Îsraîlê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re hevdîtin pêk anî lê hevdîtin bê encam man.

Piştî hewlên serokwezîrê berê yê Îsraîlê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hewl da navbeynkariyê di navbera her du welatan de bike ji bo bidawîkirina şer lê hewlên wî jî serî negirtin.