Senatorê Amerîkî: Eger Tirkiyê êrîşî HSDê bike divê were cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Demokrat ê Amerîkî Chris Van Hollen ragihand ku eger Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê qebûl neke dê balafirên F-16 bo Tirkiyê neyên firotin.

Senatorê Demokrat ê Amerîkî Van Hollen li Washingtonê derbarê endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê de axivî û got: “Tirkiye hevpeymanekî bêwefa ye û Tirkiye heq nake mirov F-16an bifroşe wê.”

Hollen dibêje: “Heta Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê qebûl neke ti senaryoyeke bo erêkirina firotina F-16an nîne. Eger endamtiya Swêd û Finlandê bo NATOyê qebûl neke F-16 bo Tirkiyê nayên firotin. Eger niha rêveberiya Biden bo firotina F-16an zanyariyeke fermî bide Kongreyê, dê ev bê redkirin.”

Hollen herwiha got: “Piraniya Kongreyê di vî warî de di heman nêrînê de ne. Ez wê egerê kêm dibînim, ku Serok Joe Biden heta endamtiya Swêd û Finlandê neyê qebûlkirin destûrê bide firotina F-16an. Biden tevî îtiraza Kongreyê dikare firotinê erê bike, lê egera vê yekî nîne.”

Senatorê Amerîkî gef li Tirkiyê xwarin û ragihand ku eger Tirkiye rê li ber endamtiya Swêd û Finlandê bike divê ceza li ser bên ferzkirin. Hollen herwiha derbarê Rojavayê Kurdistanê jî gef li Tirkiyê xwarin û got: “Eger Tirkiye êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike divê ceza li ser Tirkiyê bê ferzkirin.”