Bertekên cîhanî yên li hember darbeya leşkerî ya li Myanmarê

01-02-2021
RÛDAW
Nîşan Myanmar Darbeya leşkerî li Myanmarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Australiya, Netewên Yekbûyî darbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kirin û dilgiraniya xwe nîşan dan. Artêşa Myanmarê darbe li dijî hikûmeta wî welatî pêk anî û Ming Aung, serfermandarê artêşa wî welatî dest bi ser desthilatê de girt, li aliyekê din artêşê piraniya serkirde û berpirsên hikûmetê girtin.

Artêşa Myanmar îro di peyameke televîzyonî de ragihand, li hemberî sextekariya ku di hilbijartinan de hatibû kirin, wan dest daniye ser desthilatê û hejmarek ji serkirdeyên siyasî desteser kirine. Artêşê herwiha li tevaha Myanmarê rewşa awarte ragihand.

Darbeya leşkerî ya li Myanmarê di cih de bû sedema karvedanên navdewletî. Berdevka Koşka Spî ragihand, Joe Biden nîgeran e derbarê binpêkirina proseya demokrasî yali Myanmarê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di twîtekê de bi tundî derbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir û got “divê ev kiryar di cih de werin sererastkirin. 

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antoni Guteress, bi tundî derbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir. Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, Stephane Dujarik ragihand “Ev guhertin metirsiyeke raste li ser proseya Demokrasiyê.”

Guterres dibêje: “Divê hemû serkirde li gor berjewendiya proseya demokrasî ya Myanmar kar bikin, danûstandinên bi wate bikin , ji tundûtujiyê dûrbikevin  û rêzê li mafê mirovan û bingehên azadiyê bigrin.”

Skot Morîsin, Serokwezîrê Australiyayê jî diyar kir “Em pişgiriyê didin proseya Demokrasî ya Myanmar di nav de hilbijartinên mijdarê, me di îniya derbasbûyî de jî ragihand em li dijî her hewlekê ne ku rê li pêşiya encamên hilbijartinan bigre, û em daxwazê ji hemû aliyan dikin rêzê li pîvanên demokrasiyê bigrin.”

Çavdêrên mafê mirovan dibêjin, hêzên serbazî li Myanmar herdem dev ji desthilatê bernedane, û divê Amerîka û welatên din di cih de sizayan bi ser wî welatî de bisepînin.

Fîl Robêrtsin, Cîgirê Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan li Asyayê destnîşan kir: Divê Artêşa Myanmar di cih de, bê merc Aung San Suu Kyi tevî hejmarek kesayetiyên din yê diyar yên partiya desthilatdar û berpirsên hikûmî yên din azad bikin, ew bi awayekî ne yasayî hatine desteserkirin. Ev kiryara artêşê bêrêziyeke aşkere ye li hemberî hilbijartinên demokratîk ên meha Mijdarê û mafên xelkê Myanmarê jibo hilbijartina hikûmeta xwe.

Televîzyon û radyoya fermî ya Myanmarê li ser Facebookê ragihandin: “Em nikarin weşanê bikin û bernameyên xwe rawestandin.

Aung San Suu Kyi temenê wê 75 sal e, yek ji wan kesên ku xelkekî pir ligel wê ye,  bi dehan sal wê li dijî desthilata leşkerî xebat kir, piştre di hilbijartinên  vê dawiyê de paritya wê ji 476 kursiyê parlemantoyê 396 kursî bidestxistin, lê li gor destûra Myanmarê ku destûrekî serbazî ye, 25 % ji kursiyên parlamentoyê ji bo fermandarên serbazî ne.

Artêşa Myanmarê beyî ku hûrgiliyan bide, ragihandiye: “ Sextekariyeke mezin di hilbijartinan de hatiye kirin”, di hefteya derbasbûyî de Komisyona hilbijartinan li Myanmar tometên sextekariyê red kir.

Herwiha  derbeya leşkerî di demekê de ye ku berî çend rojan General Zaw mîn , Berdevkê Artêşa Myanmarê dengoya derbeyê red kir û ragihand: “Artêş li gor destûrê yasayê cîbicî dike”, lê Fermandarê Artêşa Myanmar Ming Aung Hêlang ragihand “eger yasa neyê cîbicîkirin, destur jî tê hilweşandin û ti nirx jê re  namîne”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst