Polîsê zarokeke Kurd kuştibû li Brukselê weke tawanbar hat nasandin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsekî Belçîkî ku zarokeke temen 2 salî a Kurd Gulana sala 2018an kuştibû li Brukselê ji aliyê dadgehê ve weke tawanbar hat nasandin.

Roja 16ê Gulana 2018an li nêzî bajarê Namur ê Belçîkayê mînîbuseke ku koçberên neyasayî vediguhastin bo wî welatî bû armanca polîsê Belçîkî.

Wê demê Mewda Şawrî ya temen du salî di hêmbêzê dayika xwe de bû û bavê wê jî li gel bû di pişta wê mînîbusê de ku 30 kes tê de bûn û 4 ji wan zarok bûn. Di encamê de wê bûyerê de guleyek bi serê Mewdayê ketibû û di encamê de canê xwe ji dest dabû.

Parêzerê wî polîsê Belçîkî dibêje, dadgehê  ew polîs weke tawanbar nasandiye. Ignacio de la Serna, Serdozgerê Monsê jî radigihîne ew polîs dê li gor madeya 418 a yasaya ceza bê darizandin.

Serdozgerê Monsê dibêje, ew polîs li gor raporta cihê bûyerê û îfadeyên hatine wergirtin, tawanbar hatiye dîtin.

Wî polîsê Belçîkî jî behsa bûyerê kir û got, wê rojê ew bi du mînîbusekê ketibûn ku hejmareke koçberên neyasayî vediguhastin û wan hewl didan wê mînîbusê rawestînin. Ji ber wê yekê wî bi demançê nîşan li tekera pêşiyê ya wê mînîbusê girtiye lê di wê kêliyê de ajokar bi mînîbusê lîstiye û paşê gule ji dest wî çûye û li pişta wê mînîbusê ketiye.

Her çiqas ew polîs niha jî azad e, lêbelê 2 kesên din desteserkirîne ne ku herdu jî Iraqî ne û yek ji wan ajokarê mînîbusê bû ûkesê din jî qaçaxcî bûye ku koçberên Kurd bi qaçaxî vediguhastin.