Tirkiye di serweriya hiqûqê de 2 rêzan paş ket

01-02-2018
RÛDAW
Nîşan WJP Tirkiye Projeya Dadweriya Cîhanê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gor rapora Projeya Dadweriya Cîhanê ya 2017-2018ê Tirkiye di serweriya hiqûqê de ji nav 113 welatan ket rêza 101ê. Armanca Projeya Dadweriya Cîhanê (World Justice Project-WJP) pêşxistina serweriya hiqûqê ye.

 

Projeya Dadweriya Cîhanê ku navenda wê li Washingtonê ye, encamên rapora xwe ya 2017-2018ê diyar kir û li gorî wê raporê Tirkiye di serweriya hiqûqê de 2 rêzan paş ketiye.

 

Pîvanên Projeya Dadweriya Cîhanê li gor kontrola hikûmetê ya li ser berpirsan, têkoşîna li hemberî gendeliyê, rêveberiya zelal, mafên bingehîn, aramî, bicihkirina yasaya ne û li gorî wan pîvanan puanên welatan tên diyar kirin.

 

Tirkiye li gor pîvanên “kontrola hikûmetê ya li ser berpirsan”  di nav welatên Ewropaya Rojhilat û Asya Navîn de ya herî li paş e.

 

Tirkiye di nav lîsteya giştî de welatê 101mîn e.  Li gor pîvanên “mafên bingehîn” jî di rêza 107ê de cih digre.

 

Li gor Projeya Dadweriya Cîhanê welatên wek Danimarka, Norweç, Finlanda di rêzên herî jor de ne û welatên wek Afxanistan, Kamboçya û Venezuelayê di rêza herî jêr de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst