Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Çetinjeyê yê Montenegroyê di êrişeke çekdarî de 7 kes hatin kuştin.
Li bajarê Çetinjeyê yê ku dikeve başûrê Montenegroyê di encama êrişa çekdarî ya kesekî 45 salî de herî kêm 7 kes mirin.
Polîsên Montenegroyê li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:
“Îro di êrişa A.M.yê 45 salî de ku li bareke li navçeya Bajiceya ya bajarê Çetinjeyê bi çekê hat kirin, kesên mirî hene.
Kesê êrişkar bi çeka xwe ji barê reviya.”
Polîsan bangî welatiyan kir ku aram bin û li malên xwe bimînin.
Di nûçeyên çapemeniya Montenegroyê de hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 7 kes hatine kuştin.
Çapemeniya Montenegroyê diyar kir ku di nav kuştiyan de 2 zarokên biçûk jî hene.
Êriş piştî pevçûneke li barê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse