Putin û Zelensky gef li hev xwarin

01-01-2024
RÛDAW
Volodymyr Zelensky û Vladimir Putin  Wêne: Rûdaw Grafîk
Volodymyr Zelensky û Vladimir Putin Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Volodymyr Zelensky Vladimir Putin Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyamên xwe yên sala nû de gef li hev xwarin.

Keşûhewaya serê salê li Meydana Sor a Moskowê sir û seqem bû. Ti ahengek nehat kirin û piraniya xelkê sersal li malên xwe derbas kir.

Li aliyê din Vladimir Putin, di peyama xwe ya sersalê de bêyî ku navê Ukraynayê bîne ziman gef lê xwarin.

Vladimir Putin di peyama xwe de got:

“Me gelek caran gotiye em dikarin pirsgirêkên herî zehmet çareser bikîn. Em qet venakişin.

Ji ber ti hêz nîne ku me dabeş bike û bihêle em bîr û baweriya bavên xwe ji bîr bikin. Ti hêz nikare pêşketina me asteng bike.”

Zelensky bersiv da Putin

Piştî Putin, serokê Ukraynayê Zelensky di peyama xwe ya serê salê de bersiva Putin da.

Volodymyr Zelensky got, "Sala nû sala balafirên F16 e" û dê sala nû yek milyon dron bên hilberandin.

Zelensky di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Di sala nû de, dê dijmin hêza berhmanîna me ya navxweyî bibîne.

Slavên çekên me, topavêjên me, bombebarana me, dronên me ji dijimin re hene.

Em dê hemûyan bi dilekî rehet li erd û asman û deryayê bi kar bînin.”

Şerê Ukrayna û Rûsyayê, 24ê Sibata 2022yan dest pê kir.

Heta dawiya sala 2023yan, ne Rûsya û ne Ukraynayê li çeperên şer destkefteke berbiçav bi dest nexist.

Lê Ukraynayê sîstema parastinê ya Amerîkî Patriot, mûşekên Himars, Nasmas, Hock, tankên Abrams û Leopard bi dest xistin û ji bo 2024an soza balafirên F16 jê re hatiye dan.

Piştî şerê Duyemîn ê Cîhanê, şerê Rûsya û Ukraynayê bû şerê herî xwînrêj e û heta niha jî çarenivîsa şer ne diyar e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şerê her du welatan de 10 hezar sivîl hatine kuştin û 18 hezar û 500 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst