Moskowê bi dilekî xemgîn sersal pêşwazî kir: Şahî nehatin lidarxistin

01-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Moskowê bi dilekî xemgîn sersal pêşwazî kir: Şahî nehatin lidarxistin
Moskowê bi dilekî xemgîn sersal pêşwazî kir: Şahî nehatin lidarxistin
Nîşan Moskow Sersal
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Meydana Sor a Moskowê ji êvara 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan heta sibeha 1ê Kanûna Paşîna 2024an ji bo şêniyên bajêr û geştiyaran girtî ma.

Her wiha li Moskowê agehgên pîrozbahiya serê salê û pêşandanên fîşegên hewayî jî hatin betalkirin.

Geştiyara ji başûrê Rûsyayê Maria Sergeyeva got:

“Em ji bajarê Gelencikê hatin. Bi taybetî me xwest ku sersalê li vir, li navenda Moskowê, li Meydana Sor pêşwazî bikin lê mixabin çênebû.

Dîsa jî Moskow gelek ciwan hatiye xemilandin. Çend darên Noelê hene! Gelek ciwan in.”

Geştyarê ji bajarê Xabarovskê Andrey anî ziman:

“Em ji bajarê Xabarovskê bi balafirê hatin. Li cem me pir sar bû. Me hêvî dikir ku li Moskowê şahî û fîşegên hewayî bibînin lê me nedît. Tiştek nabe, bila di sala nû de aştî hebe!”

Tedbîrên ewlehiyê li navenda Moskowê hîn jî di asta bilind de ye.

Mîna her sal, bi sedan hezaran geştyarên biyanî ji bo pêşwazîkirina sala nû li Meydana Sor, hatine Moskowê lê haya wan jê tunebû ku Meydana Sor tam dê di şeva serê salê de bê girtin.

"Hêviya me ew e ku aştî careke din vegere"

Geştyara ji Almanyayê Marta Şelenberg jî li ser rewşê got:

“Em ji Almanyayê hatin. Me bi dost û xizmên xwe re sala nû pêşwazî kir. Em têdigihêjin ku rewş neasayî ye.

Hêviya me ew e ku aştî careke din vegere û hevtêgihîştin û dostanî hebe.”

Geştiyarekî din jî anî ziman:

“Ez dibêjim ku ji ber şer fîşegên hewayî nehat pêşandan. Me tenê dixwest ku li pêşandana fîşengên hewayî temaşe bikin lê mixabin derket holê ku hatiye betalkirin.”

Betalkirina pêşandanên fîşegên hewayî, hîn berî mehekê ji ber ewlehiyê li gelek bajarên Rûsyayê hatibû ragihandin lê sedema betalkirina şahî û ahengan, êrişên dawî yên artêşa Ukraynayê bûye.

Hat zanîn ku di encama bombebarana bajarê Belgorodê de 3 jê zarok 24 welatiyan canê xwe ji dest da û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûne.

Ev yek bû sedem ku gelek herêmên Rûsyayê pîrozbahiyên serê salê sînordar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst