Li Japonyayê erdhejeke dijwar: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn!

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên parêzgeha Işikawayê ya rojavayê Japonyayê erdhejên bi hêzên 5,7 û 7,4 pileyan çêbûn. Piştî erdhejan hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Avhewayê ya Japonyayê li nîvgirava Notoyê ya Işikawayê erdhejên bi hêzên 5,7 û 7,4 pileyan çêbûn.

Li peravên nîvgiravê bi hêza 5,7 pileyan li gorî saeta herêmî 16:06an û di kûrahiya 10 kîlometroyan binê erdê de erdhejek çêbû û piştî wê saet 16:10an jî bi hêza 7,4 pileyan erdhejeke din çêbû.

Piştî erdhejan li tevahiya herêmê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Tê payîn ku li gorî saeta herêmî saet 17:00an pêlên bi bilindahiya 3 û 5 metreyan bigihêjin peravên herêmê.

Erdhej li seranserî Işikawayê, li parêzgehên derdorê Fukui û Niigatayê û paytext Tokyoyê hest bi erdhejê kir.

Televîzyona Nihon Housou Kyoukai (NHK) ragihand ku tsunamiya 1,20 metreyan bilind gihîşte peravên bajarê Wajimayê yê parêzgeha Işikawayê.