Koreya Bakur bi avêtina mûşekan kete sala 2023an

Hewlêr (Rûdaw) - Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur di demjimêrên destpêkê yên sala 2023an de mûşekeke balîstîk ceriband.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr, bi dema herêmê di derdora demjimêr 02:50an de ji herêma Ryongsong a Koreya Bakur mûşeka balîstîk a menzîlkurt hatiye avêtin.

Li gorî vê yekê, mûşeka balîstîk a ku ber bi Deryaya Japonyayê (Deryaya Rojhilat) ve hatibû avêtin, piştî ku 400 kîlometre li esman geriyabû, kete deryayê.

Di daxuyaniya Koreya Başûr de hat gotin, “Artêşa me li ser bingeha şiyana xwe ya bersivdayîna pir bi hêz li dijî provokasyonên Koreya Bakur amadebaşiyeke zexm diparêze.”

Wezîrê Berevaniyê yê Japonyayê Hamada Yasukazu piştrast kir ku mûşeka ku bilindahiya wê gihîştiye 100 kîlometreyan, li derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê ketiye xwarê.

Hikûmeta Japonyayê piştî ceribandina mûşekan bi rêya Balyozxaneya Japonyayê ya li Pekînê, protestoyeke dîplomatîk ji Koreya Bakur re şand.

Ajansa fermî ya Japonyayê, Kyodo ragihand ku ne asayî ye ku rêveberiya Koreya Bakur ceribandina mûşekê di destpêka salê de bike.

Fermandariya Hînd-Pasîfîkê ya Amerîkayê jî ragihand ku ceribandinê bal kişand ser "bandorên ku aramiyê têk dibin" ên bernameya çekên neqanûnî yên Koreya Bakur.

Japonya û Koreya Başûr ragihandin ku Koreya Bakur di roja dawî ya sala 2022an de jî ceribandinên mûşekên balîstîk kiribû.