Brîtanya û Spanya derbarê Cebel Tariq de gihiştin rêkeftineke seretayî

Hewlêr (Rûdaw) - London û Madrîd bi awayekî seretayî li hev kirin, ku Cebel Tariq wek beşek ji navçeya Şingin bimîne û rêkeftina bazirganî ya navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê vê herêmê li xwe negire. Cebel Tariq ligel Spanya hevsînor e, lê di kontrola Brîtanya de ye û bi awayekê xweser birêve diçe.

Cebel Tariq di bingehê de beşek bû ji axa Spanyayê, lê sala 1713ê bi rêya peymannameyekê bo Brîtanyayê hate radestkirin. Heta niha jî ew herdu welat li ser sînorên ava herêmê nakok in, ku rûberê wê 6.7 kîlometreyên duca ye û hejmara niştecihên wê herêmê jî 33 hezar kes e.

Ji xeynî vê yekê, zêdetirî 15 hezar welatiyên spanî rojane ji bo kar diçin Cebel Tariq, ku ji sedî 50 hêza karê herêmê ne,.

Mana Cebel Tariq li nav navçeya Şingin wiha dike ku sînor di rûyê wan welatiyên spanî de vekirî be û pêdiviya wan bi vizayê nebe.

Wezîra Derve ya Spanyayê, Arancha Gunzaliz Laya derbarî rêkeftina seretayî ya di navbera welatê xwe û Brîtanyayê de ya li ser Cebel Tariq ragihand: “Ez dixwzim di vê kilîkê de ji welatiyên Spanyayê re li Cebel Tariq ku ji encamên Brexitê ditirsiyan bibêjim, îro hûn dikarin dilrehet bin.”

Di giştpirsiya Brexitê de sala 2016ê ji sedî 96ê dengderên Cebel Tariq piştîvaniya mana Brîtanyayê li nav Yekîtiya Ewropayê kirin. Lewra hikûmeta Cebel Tariq pêşwazî li rêkeftina seretayî ya Madrîd û Londonê kir bo hiştina herêma wan li nav navçeya Şinginê.

Fabyan Pikardo, Serokwezîrê Herêma Cebel Tariq jjî dibêje: “Baweriya me wiha ye, niha em dikarin peywendiyên xwe ligel Spanyayê nû bikin, û bi awayekî baştir jî wan ber bi pêş ve bibin. Piştî çend mehan ji karê dijwar, di dawî de em gihiştin rêkeftineke seretayî ligel Brîtanya û Spanyayê. Rêkeftineke bo danîna çarçoveyekî jibo Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê, heta li ser peywendiyên bên yên navbera Cebel Tariq bigihên rêkeftinê. Ev rêkeftin peywendiyên navbera Cebel Tariq û Yekîtiya Ewropayê detnîşan dike.”

Rêjeya bêkariyê li Cebel Tariq sifr e û di warê dahata takekesî de li ser asta cîhanê sêyem dibe.

Li gor Sindoqa Diravan a Navdewletî, salane dahata her welatiyekî wê herêmê 61 hezar EURO ye.

Sala 1967an, akinciyên Cebel Tariq di giştpirsiyê de biryar dan ku herêma wan ser bi Brîtanyayê ve bimîne. Di sala 2002ê de jî, bi piraniya dengan red kirin ku Spanya bi hevbeşî ligel Brîtanyayê herêma wan birêve bibe.