Li Senegalê ji bo 804 girtiyan efû derket

01-01-2019
RÛDAW
Nîşan Senagal Girtî Efû Sala Nû
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Senegal a welatê Afrîkaya Rojava ji bo serê sala nû 804 girtî hatin efûkirin.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Edaletê, Serokomarê Sengalê Macky Sall ji bo destpêka sala nû 804 mehkûmên ji ber sûcên wekî dizî û li rêzê hatine girtin efû kir.


Di nav kesên bi efûyê hatin berdan de nexweşên rewşa wan giran jî hene.


Li gor kevneşopiya Senegalê serokomar di serê her sala nû, cejnên remezan û qurbanê de rayeya xwe ya efûyê bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst