TOL HILDAN – Li Reqayê dan

Navenda Nûçeyan – Balafrên şerî yê Fransayê îro li Reqayê ya Sûriyê, navendên rêxistina DAIŞê bombebaran kirin.

Wezîrê Parastina Fransayê Jean-Yves Le Drian di daxuyaniyeke de diyar kir, 2 balafirên şerî yên ji cureya “Mirage 2000ê” yên fransî ji Urdinê rabû û depo û rafineyên petrola DAIŞê bombebaran kirin.

Çavkaniyên ji Wezareta Parastina Fransayê ragihandin, operasyona di sala 2016an de ya yekemîn saet 02.00yê li gor dema herêmê destpêkir û heyama 2 saetan berdewam kir.

Rêxistina DAIŞê di 13yê Mijdara 2015an de li paytaxta Fransayê Parîsê çend êriş pêk anîbû û di wan êrişan de herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokomerê Fransayê piştî wê êrişê ragihandibû ew dê tola xwe ji DAIŞê hildin.