Ronaldo transferî Al Nassrê bû

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Al Nassr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Al Nassr a Erebistana Siûdî stêrkê Portekîzî Cristiano Ronaldo tevlî tîma xwe kir.

Tîma Al Nassr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê transfera salê eşkere kir.

Di daxuyanîya ku ji aliyê tîma Al Nassr ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bi Ronaldoyê ku lîstikvanekî serbest e re girêbest hatiye îmzekirin. Ev îmze ji bo ku tiştê kuji destê wan bê ya herî baş bikin îlhamê bide lîga me, miletê me û nifşên paşerojê, keç û kurên me.”

Li aliyê din Ronaldo jî got “Vîzyona Al Nassr pir balkêş û bibandor e. Ez ji bo ezmûna welatekî cuda lîgeke cuda bê sebr im. Bi kelecan im ji bo di zûtirîn dem de tevlî hevalên xwe yên tîmê bibim.”

Di medyaya Erebistana Siûdî de hat îdiakirin ku girêbest dê heta sala 2025an bidome û mûçeyê Ronaldo yê salane jî dê 75 milyon euro be.

Tê îdiakirin ku mûçeyê Ronaldo yê salane bi peymanên bazirganiyê re wê bigihêje 200 milyon euroyî.

Ronaldoyê 37 salî ku li Nacionalê dest bi futbolê kir, paşê formayê Sporting Lîzbon, Manchester United, Real Madrîd û Juventusê li xwe kir.

Di sala 2021an de vegeriya Manchester Unitedê, peymana futbolîstê Portekîzî meha borî piştî nakokiyên bi rahêner Erik ten Hag re, hate betal kirin.

Ronaldo di nav vê demê de 5 Ballon d'Or, 5 Lîga Şamiyonan a UEFAyê, 7 li Brîtanya, Îspanya û Îtalya, bi gişî 30 kûpa bidest xist.

Di kariyera xwe de yekane lîstikvanê ku 800 gol derbas kiriye û di 5 Kupayên Cîhanê de golek avêtiye ye.

Herwiha Ronaldo di 196 pêşbirkên Tîma Neteweyî ya Portekîzê de 118 gol avêt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst