11 aligîrên Sakaryasporê hatin desteserkirin: Maskeyên Yeşîl danîbûn ser rûyê xwe

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sakaryaspor Amedspor Mahmut Yildirim Yeşîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 11 alîgirên Sakaryasporê yên maskeyên Mahmut Yildirimê wekî “Yeşîl” tê naskirin danîn ber rûyê xwe hatin desteserkirin.

Alîgirên Sakaryasporê hefteya borî dema diçûn maça wê tîmê ya bi Amedsporê re di otobusê de wêneyên endamê JİTEMê Mahmut Yildirimê wekî “Yeşîl” tê naskirin danîn ber rûyê xwe.

Dîmen li ser medya civakî belav bûn û ew dîmen bûn sedema nerazîbûnan.

11 kesên ku ew kar kirîn hatin desteserkirin.

Wekî tê zanîn di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê destê Mahmut Yildirim di kuştina bi sedan kesan de heye.

Par jî alîgirên Bursasporê li gel maça bi Amedsporê de pankartên endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim û wêneyên "Torosên Spî" vekiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst