Futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî dest ji futbolê berdide

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Wurya Xefûrî ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelekî navdar e, ragihandiye ku ew dê îro bi fermî dest ji futbolê berde.

Wurya Xefûrî kapîtanê berê yê tîma Istiqlal a Tehranê û lîstikvanê berê yê tîma futbolê ya netewî ya Îranê, li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihandiye, ku ew dê bo heta hetayê dest ji futbolê berde.

Futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî di peyamekê de ragihandiye, ew dê îro di fînala Kûpaya Futbolê ya Klubên Îranê ku dê di navbera tîmên Istiqlal û Perspolîsê de bê lîstin, li stadyuma Azadî ya Tehranê bi fermî xatir ji futbolê bixwaze.

Lîstika navbera Istiqlal-Perspolîsê ku li Îranê we derbiya paytext tê naskirin, dê îro saet di 19:45an de li gor dema Tehranê dest pê bike.

Wurya Xefûrî wiha dibêje:

“Silav li xelkên me yên xoştevî

Min nedixwest di rewşa niha de biçim stadyuma futbolê lê min biryar da sûdê ji fersenda hêja ya lîstika derbiyê ji bo xatirxwestina ji futbolê û alîgirên ezîz ên kluba min a xoştevî Istiqlalê bikar bînim û sibe biçim stadyumê.

Ez bextewer im ku li pêşberî alîgirên aşiqê futbolê (Istiqlaliyên ezîz û alîgirên birêz ên tîma rikeber, Perspolîsê) ku bi temamî sermayeya vê werzişê ne û îtibarek dane futbolê û futbolîstan, amade bibim û wek futbolîstekî profesyonel dest ji futbola profesyonel berdim.”

Wurya Xefûrî ê 35 salî xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ji ber helwêstên wî xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek jê hez dikin. Ji ber helwestên xwe yên derbarê mijarên siyasî û civakî de, ew futbolîstê Kurd rastî gelek zextên hikûmeta Îranê hatiye.

Wurya Xefûrî di dema xwepêşandanên sala bihorî yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de gelek peyamên piştgiriyê bo daxwazên xwepêşanderan li ser hesabên xwe yên di torên civakî de belav kirin.

Her di dema xwepêşandanan de, dema ku Supaya Pasdaran gelek hêz derbasî nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê kirin û hejmara kuştiyên li bajarên wek Mihabad û Bokanê zêde bûn, Wurya Xefûrî di peyamekê de bang li hikûmeta Îranê kir û got, “dest ji kuştina Kurdan berdin.”

Her ji ber wan helwestên xwe Wurya Xefûrî roja 24ê Mijdara 2022 hatibû desteserkirin û piştî pênc rojan di 29ê Mijdara 2022an de bi kefalet hatibû berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst