15 Keçên Kurd diçin Kûpaya Asyayê

Kerkûk (Rûdaw) - 15 lîstikvanên keç ên Kurd ji Kerkûkê li ser navê tîma futbolê ya Iraqê beşdarî Kûpaya Asyayê û ya Cîhanî dibin.

 

Ew keçên Kurd ên endamê tîma jêr temen 15-salî ya neteweyî Iraqê, niha xwe li Kerkûkê bo turnomenta li Viyetnamê amade dikin.

 

Hilbijardeya Iraqê dê roja 20ê Hezîranê ji bo 15 rojan biçe Lubnanê û li wir rahênanê bike. Dûvre dê vegere Bexdayê û ji wir berê xwe bide Qeterê û ji wir jî ber bi Viyetnamê ve biçin.

 

Yek ji lîstikvanan, Amîne Ednan ji Rûdawê re got: "Eger Kurdistan bibe dewlet, ez dixwazim beşdarî tîma futbolê ya Kurdistanê bibim."

Lîstikvaneke din bi anvê Şeyma Elî jî got: "Hêvî dikim bêhtir girîngî bi jinan bê dayîn. Çimkî li Kerkûkê lîstikvanên futbolê yên jin kêm in."