FIFA ji ber êrîşa li ser jinan ji Îranê bersiv xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Navnetewî ya Futbolê (FIFA) derbarê êrîşa ser jinan a di lîstika Îran û Lubnanê de ya ji bo Kûpaya 2022 a Qeterê daxwaza zelalkirinê ji Îranê kir, ku çawa bilêtê firotine jinan, lê rê nedane ew biçin nav yarîgehê.

Piştî lîstika tîmên futbolê yên Îran û Lubnanê ku roja Çarşemê 29ê Adarê li bajarê Meşhedê yê Îranê hat sazkirin, çendîn vidyo belav bûn ku têde xuya dibe hêzên emnî yên Îranê li Meşhedê gaza rondikrêj û bîber li dijî jinan bikar anîne, ji bo dûrxistina wan li yarêgeha futbolê.

Di dîmenan de tê dîtin ku çendîn jin ketine û bêhnçikî bûne, herwiha hejmarek zarok jî ligel dayik û endamên malbata xwe tên dîtin ku ji ber êrîşa hêzên emnî gelek tirsiyane.

Piştî belavbûna wan wêne û dîmenan, derbarê bûyerê de karvedanên zêde li navxweyê Îranê û herwiha di asta cîhanê de çê bûn

Dozgerê Giştî yê Îranê jî daxwaza lêkolînê kir û got, ew bûyer nayê qebûlkirin.

Lê Federasyona Futbolê ya Îranê berpirsatiya wê bûyerê negirte stuyê xwe û ragihand, li gor yasayên welat jin nikarin biçin stadyuman û tenê 9 jinan bilêtên lîstikê ji ser malpera wan kirîne û ew dê pereyên wan kesan vegerînin. Ew di demekê de ye ku medyayên Îranê ragihandine, bi sedan keç û jin li piştî deriyê stadyumê mabûn û hêzên emnî rê nedabûn wan ku derbasî nav stadyumê bibin.

Medyayên Îranê herwiha belav kirine, di demekê de ku stadyuma Meşhedê tenê 24,000 kesan li xwe digre û ji bo lîstika Îran û Lubnanê rê hatibû dan ku 10,000 kes di stadyumê de lîstikê bibînin, 27,000 bilêt hatine firotin.

Futbolîstê navdarê Kurd, Wirya Xefûrî jî derbarê bûyera li Meşhedê bertek nîşan da û ragihand, ew şerm dike ku di serdemkê de dilîze, rê li dayik û xwîşkan tê girtin biçin nav stadyuman û destnîşan kir, bûyera li Meşhedê çê bûye cihê şermezariyê ye.