Alîgirên Sandiklispor slogan û leystikvanên Diskispor jî gol avêtin

Amed (Rûdaw) - Lîdere lîga 3'yemîn a Grûba Yekem Diskispor hefta borî li deplasmanê skoreke balkêş bi dest xist û 6 gol avêtin qeleya dijberê xwe. Alîgirên Sandiklispora bajarê Afyonê çiqas sloganên nijadperest avêtin jî tîma wan xwe ji golên Diskisporê riygar nekir.

Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Diskispor roja 23ê Adarê li Afyonê ne tenê li dijî tîma Sandiklispor leyîst, herwiha li dijî sloganên nijadperestan jî têkoşîn da û bi skoreke pirr balkêş vegeriya Amedê. Diskispor li deplasmana Afyonê 6 gol avêtin qeleya dijbera xwe û lîderiya xwe ya lîgê berdewam kirin û derbasbûna lîga duyemîn ji %90 garantî kirin.

Maça ku weke têkoşîneke siyasî destpêkir û 90 deqe wisa dewam kir bi serkeftina tîma Amedê bidawî bû û Diskispor pûanên xwe kirin 65. tîma duyemîn Alîgirên Sandiklisporê ji destpêka maçê heta dawiyê sloganên siyasî û nijadperest li dijî Diskisporê û li dijî Kurdan avêtin, lê leystikvanên Diskispor neketin kêmîna wan û destana futbolê nivîsandin û 6 gol avêtin qeleya Sandiklisporê. F. Karagumruk jî bi 54 pûanan duyemîn e. Ligel vê encamê 6 hefte beriya bidawîbûna sezonê Diskispor ji %90 derbasbûna lîga duyemîn mîsoger kir. Emrah di vê maçê de Hat Rick kir û sê gol ji bo Diskisporê avêtin.

 

Emrahê dibe qralê golê

 

Forvetê Diskisorê Emrah Metoglu di vê sezonê de ji bo Diskisporê 28 car di maçên lîgê de leyîst û 19 gol avêtin. Emrah bi 19 golên xwe dibe golvanê yekem di lîgên Tirkiyeyê de ku zêde gol avêtiye.

Leystikvanekî Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, (Diskispor) Emrah Metoglu bi golên xwe ber bi qralê golan ve diçe. Burak Yilmazê Galatasarayê heta niha 18 gol avêtine, lê Emrah Metoglu 19 gol avêtine. Emrah di herdu maçên dawî de 3 gol avêtin qeleya Çorumsporê û 3 gol jî avêtin qeleya Sandiklisporê. Di sezona borî de jî Emrah ji bo Kayapinar Belediyesporê 14 gol avêtibûn. Emrah sala 1989ê de li Rîzeyê hatiye dinyayê û di sezona borî de ji bo Kayapınar Belediyespoê leyîst, di destpêka vê sezonê de jî transferê Diskspor bû.