Awustralya dîrok nivîsand, serkeftina li hember Fransayê têra Tûnisê nekir

30-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Fransa Tûnis Awustralya Denmark
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Dyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Tûnis 1-0 Fransa ku qonaxa 16an garantî kiribû têk bir. Li aliyê din di heman komê de Awustralya Denmarê 1-0 têk bir û derket qonaxa 16an.

Tûnis û Fransa li Stadyûma Bajêr a Perwerdeyê hatin hemberî hev.

Ji bo ku Tûnis ji komê derveke pêwîstiya wê bi serkeftinê hebû. Di xuleka 58an de kaptanê Tûnisê Wahbi Khazri tîma xwe 1-0 xist pêş û pêşbirk bi vê skorê bi dawî bû. Tûnisê di dîroka xwe de cara yekem e ku Fransa têk bir û bi vê serketinê puanê xwe derxist 4an.

Tûnisê tevî ku şampiyona dawî Fransa 1-0 têk bir jî, Koma Dyê di rêza sêyemîn de temam kir û xatir ji tûrnûvayê xwest. Fransa jî bi 6 pûanî û bi avarajê di komê de bû lîder.

Awustralya dîrok nivîsand

Awustralyayê di pêşbirka xwe ya sêyemîn a Koma Dyê de Denmarkê 1-0 têk bir û derket qonaxa 16an. Denmark ku beriya lîstikên komê wek favorî hat nîşandan, xatir ji Kupaya Cîhanê xwest.

Awustralya û Denmark li Stadyuma Al Janoub hatin hemberî hev.

Di nîveka yekem de ne Awustralya ne jî Denmark karibûn gol biavêjin û 0-0 wek hev bi dawî bû.

Awustralya di xuleka 60an de bi gola Mathew Leckie 1-0 ket pêş Denmarkê û pêşbirk bi vê encamê bi dawî bû.

Piştî vê encamê Awustralya 6 pûan bi dest xist û li pey Fransayê bû tîma duyemîn ku di Koma Dyê de bilêta qonaxa 16an stend.

Denmark ku di vê tûrnûvayê de qet bi ser neket, bi 1 puanî xatir ji Kûpaya Cîhanî ya 2022an xwest.

Awustralya bi vê encamê di Kûpaya Cîhanî de ji sala 2006an vir ve 5 caran li ser hev bi giştî 6 caran derbasî qonaxa 16an bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst