Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Byê a Kupaya Cîhanî de Brîtanyayê bi 2-0 ji Walesê bir û bi vê encamê weke pêşenga komê derket tûra 16an.
Di nîva ewil a pêşbirkê de her tîman jî her çend derfetên golavêtinê bidest xistin, lê nekarin encamê biguherînin û nîva yekem 0-0 bidawî bû.
Tîma Brîtanyayê hêj di destpêka nîva duyem de, serdestiya xwe nîşan da û di xuleka 50mîn de Rashford û di xuleka 51emîn de jî Foden her yekê golek li ser navê tîma xwe tomar kirin.
Lîstikvanê Brîtanyayê Marcus Rashford di xuleka 68mîn de golek din jî avêt û encama bi 3-0 dawî bû.
Bi vê encamê tîma Walêsê piştî 64 salan cara ewil e di qonaxa koman de xatir ji Kupaya Cihanî ya FIFAy 2022an dixwaze. Tîma Brîtanyayê jî derket tûra 16an û bû rikebera Senegalê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse