Bayer Leverkusen dixwaze Aryan transfer bike

Koln (Rûdaw) - Aryan di sala 2002an de ji dayik bûye: Ewê di sala pêşiya me de biçe Gymnasium sinifa 6a. Di 5 saliya xwe de dest bi leystika fûtbolê kir. Vê salê ji klûba Preussen Elberg ku 5 sale dileyize, transferî ESG Essen bû. Aryanê ku di mewkiya santrafor de dileyize di her 5 salên xwe de bû Qralê Golan. Aryan bi lingê xwe yê çepê dileyize û bi taybetiyên xwe yên gelekî teknîk û bi lez tê naskirin. Aryanê ku ji aliyê hemû antrenorên xwe ve wek qebiliyeteke super tê bilêvkirin, îsal ji klûba alman ya Bundes Liga Bayer Leverkusen ji bo sala pêşiya me pêşniyariya trasferê stend. Lê malbata Aryan hîn biryara xwe nedaye û di vê mijarê de naxwazin bi lez biryarbidin.

Ew bi xwe dixwaze ku di salên pêşiya xwe de di Bayern Mûnih û Real Madrit de bileyize.

Ji fûtbolîstên cîhanê Aryan, bêtir kêfa xwe ji Messi yê Barcelona û Ronaldo yê Real Madridê bîne jî Ronaldo gavekê derdikeve pêş. Ew wek favorî ji lêzbûn, teknîk, lêdanên serbest ên Ronaldo û di pozîsyonên yek bi yek de qebîliyeta wî ya derbaskirina dijberên (reqîb) xwe hez dike.

Aryan kurê Gulê Dagdelen û siyasetmedarê naskirî Murat Dagdelen e. Xwîşka wî ya mezin Rojîn 23 salî ye û li Almanya mihendîsê makînê ye. Xwişka biçûk Kejê 13 salî ye û wek birayê xwe di Gymnasium de dixwîne.

Gava me ji bav Murat Dagdelen re got ku em dixwazin Aryan binivîsînin ji Rûdaw re weha got, 'Wî bê jibîrkirina xwediyê nasnameyeke netewî ye ango Kurd e, binivîse. Daxwaza min ew e ku lawê min rojekê bibe fûtbolîstekî gelekî baş û naskirî. Û hemû Kurd ji ber ku xwediyê yekî weha ne pê serbilind bin. Ji ber ku pêwîstiya Kurdan ji nivşekî nû yê ku karibin pê serbilindbin heye."