Barcelonayê şampiyonî misoger kir

Hewlêr (Rûdaw) – Di xula nayabên Îspanyayê La Lîgayê de yaneya Barcelonayê cara 25emîn bû şampiyon.

 

Di çarçoveya yariyên heftiya 35emîn de Barcalona bûy mêhvanê Deportivo La Corunayê û yarî 4-2 bi serkeftina tîma mêhvan bidawî bû.

 

Golên Barcelonayê di xuleka 7ê de Philippe Coutinho, di xulekên 38, 82 û 85ê de Lionel Messî tomar kirin.

 

Di tîma Deportivo La Corunayê de di xuleka 40î de Lucas Perez û 64ê de Emre Çolak gol tomar kirin.

 

Piştî vê encamê hejmara xalên Barcelonayê bû 86 û berî bidawîbûna La Lîgayê 3 heftiyan şampiyoniya xwe misoger kir.

 

Bi vî encamî tîma Deportivo La Coruna jî bi 28 xalan kete lîgeke binî.

 

Barcalona di 10 salên dawîn de ev cara 7emîn e dibe şampiyon.