Navê Cristiano Ronaldo dan balafirgehê

Navenda Nûçeyan - Navê Cristiano Ronaldo yê Portugalî ku di tîma futbolê ya Real Madridê dilîze, dan balafirgeha li Madeirayê ku lê jidayik bûye.


Ronaldo digel dayika xwe, kurê xwe û hezkiriya xwe Georgina Rodrigiez tevlî merasima navlêkirinê ya balafirgeha navneteweyî bû.


Serokomarê Portugalê Marcelo Rebelo de Sousa, Serokwezîr Antonio Costa, Serokê Reveberiya Xweser a Madeirayê Miguel Albuquerque û Serokê Federasyona Futbolê ya Portugalê Fernando Gomes beşdarî merasimê bûn.


Ronaldo li vir got: "Ez zehf bextewar û serbilind im."