Xelkê gundek Rihayê bi cilûbergên Kurdî tenisê dileyîzin

29-12-2020
RÛDAW
Nîşan Wêranşar Tenîs Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Wêranşar a Rihaya Bakurê Kurdistanê nîştecihên gundên Saribalê ku bi saya mamosteyê werzîşê fêrî tenisê bûn ji wê werzîşê gelekî hez kirin, bi derfetên xwe kort (qada tenis lê tê lîstin) çêkirin, bi cil û bergên xwe yên herêmî ve jî raket hildan û têra dilê xwe dileyîzin.

Nîştecihên Gundê Saribalê ku qasî 90 kîlometre ji navenda Wêranşarê dûr e, 100 mal lê hene ji ber Coronaya ku li çar aliyê dinyê belav bûye û jiyan serobin kiriye,  gelekî aciz bûn û ji bo bêhna xwe derxin li rêyekê geriyan.

Mamosteyê werzîşê Yusuf Avcibaş ê ku ji heman gundî ye û ev 4 sal e jî li dibistana navîn a gund mamostetiyê dike xwest dema gundiyan beredayî neçe û berê wan bide werzîşê.

Xelkê gund ewilî wek spor dest bi voleybolê kirin lê di heyama coronayê de ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê wan bala xwe da ser werzîşa tenisê ya ku mesafeya civakî zêdetir e.

Xelkê Saribalê ji bo têra dilê xwe tenisê bileyîzin kortek çêkirin, bi şal û şepikên xwe ve daketin qadê û dest bi lîstina tenisê ya di demeke kurt de hîn bibûn, kirin.

Her çend kelûpelên pê tenisê dileyîzin û di bingeha qada tenisê de kêmasî gelek in lê ligel vê ji zarokan bigire heta mezinan gelek kes li qada bi derfetên xwe çêkirine, tenisê dileyîzin.

Mamoste Yusuf Avcibaşi diyar kir ku pêşî korta tenîsê çêkirin, paşê jî hewl dan ku melzemeyan peyda bikin.

Avcibaşi got: “Ji ber pandemiyê herkes li gund bû ti kes dernediket derve, di serî de hinekan gote min ku kes vê xweş nabîne. Werzîşek li gor mesafeya civakî bû, me pêşî qada xwe çêkir, fîleya me jî fîleya tenîsê nîne ya voleybolê ye, me bi derfetên xwe  di nav bêderfetiyan de hewl da ku tişteke wiha çêkin. Niha herkes ji vê kêfxweş e, dest bi lîstikê kirin.”

Avcibaşi behs kir ku xelkê gund gelek ji tenîsê hez kir û di nav xwe de turnuvayê biçûk jî dikin û got ku kesên ku pêşdaraziyên wan hebûn jî paşê raket hildan destê xwe û vê yekê ew gelekî kêfxweş kirin. 

Avcibaşi herwiha got: “Ji ber ku gund e jin hinekî şerm dikin. Di serî de pîran jî bi erênî pêşwazî lê nekirin, lê hêdî hêdî ji bo temaşekirinê hatin, paşê gotin ku 'ez jî hinekî lêxim, ez jî dikarim gelo raketê bikar bînim` û dest pê kirin, pîr jî bi vî awayî ketin sehayê niha ew jî dilîzin.”

Ahmet Pîranvîze yê xwediyê serdê ku li ser korta tenîsê hat çêkirin jî got xelkê ji tenîsê hez kirine û got: “Di pandemiyê de ji ber ku bêhna wan teng bû, însanan berê xwe dan werzişê, nexasim jî ji vê tenîsê hez kirin, lê serê ewil kort tunebû. Mamoste Yusuf ji min rica kir got, 'hewşa mala we rasttir e, heger îzna te hebe em li wê derê kort çêkin'. Min jî got dibe. Min dît ku hewas û daxwaza wan zehf e, min jî îzin da. Min jî alîkariya wan kir. Nexasim kêfa ciwanan zehf hat, heta ji wan tê dilîzin, ez jî carinan beşdarî wan dibim.”

Nîştecihê gund Ahmet Avcibaşi (48) yê bavê 5 zarokan jî diyar kir ku wan bi saya Mamoste Yusuf tenîs nas kir û wiha pê de çû: "Me di serdema vê pandemiyê de tenîs nas kir, em û zarokên xwe em kom dibin û dileyîzin. Pêwîstiya me bi kort û alavan heye. Eger di vê mijarê de alîkariya me were kirin, gelekî kêfa me dê were."

Xwendekara pola 8emîn Emine Avcibaşi  jî diyar kir ku li dibistanê ew bi badmînton û tenîsa maseyê re eleqedar dibe û di vê korta ku hat amadekirin de jî wê cara ewil tenîs leyîst û zehf kêfa wê pê re hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst