Kûpaya Cîhanî - Senegal bi 2-1 ji Ekvadorê bir

29-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Senegal Ekvador
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senegal di Kûpaya Cîhanî ya FIFA ya 2022an de Ekvador 2-1 têk bir, bi vê encamê Koma Ayê di rêza duyemîn de temam kir û derket qonaxa 16an.

Senegal û Ekvador li Stadyûma Xelîfe ya Navneteweyî hatin hemberî hev.

Nûnerê Afrîkayê Senegal di xuleka 44emîn de bi penaltiya Ismaila Sarr û di xuleka 70emîn de jî bi gola Kalidou Koulibaly hevrikê xwe yê xurt 2-1 têk bir. Senegal bi 6 pûanan di rêza duyem girt û navê xwe li qonaxa 16an tomar kir.

Yekane gola Ekvadorê di xuleak 68an de ji Moises Caicedo hat.

Beriya pêşbirkê Ekvador bi 4 pûanan di rêza yekem de cih digirt lê ji ber ku li hmeber Senegalê têk çû ket rêza sêyem û ji komê derneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst