Tîma futbolê FC Kurd Wien li Awusturyayê nûnertiya Kurdan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytyexta Awusturyayê Viyanayê tîmeke futbolê ya bi navê FC Kurd Wien ku ji aliyê ciwanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, îsal li herêma Viyanayê gihişt klasa yekem.

Tîma Futbolê ya Kurd Wien ku di sal 2017an de li Viyana ya paytexta Awusturyayê ji aliyê hejmarek ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye damezirandin ku tîmên cuda yên zarok, ciwan û mezinan li xwe digire. Herwiha di tîmê de ji xeynî lîstikvanên Kurd, hejmarek lîstikvanên ji welatên Ereb û Ewropî tê de cih digrin.

Kaptanê Kurd Wienê Helîm Silêman got “Di destpêka avakirina tîmê de em pê re ne û derî ji herkesî re vekiriye yên bixwazin werin. Em ne tenê Kurd tê de ne, xelkê me yên Sûdanê, Fas, Misir û Awusturyayî hene.”

Lîstikvanê Kurd Wienê Rênas Elî dibêje “Di sala 2017an de me tîma Kurd Wienê ava kir, tîmeke normal bû, hîn nebûbû tîm. Em 5-6 kes bûn hêdî hêdî heya ku me gelek xor gihandin xwe. Wê çaxê me kir tîm. Me di sala 2017an de dest pê kir hêdî hêdî heta sala 2022an em gihiştin vê qonaxê.”

Rahênerê vê yeneyê lîstikvanê berê yê bijardeya Sûriyê û rahênerê yaneya Ceyş a Sûriyê Ehmed Kûsa ye.

Rahênerê Kurd Wienê Ehmed Kûsa ragihand "Îro em di yaneya Kurd Wien de ne, 6 meh in em kar dikin da ku wê pêş bixin, heta niha her tişt baş e, em alîkariya her kesî jib o vê yaneyê dixwazin, ev take yaneye ku navê Kurdan li ser asta Nemsayê hildigre".

Lîstikvanê berê yê Yaneya Huriyê ya Sûriyê û Çavdêrê Giştî yê Kurd Wienê Mihemed Bilal anî ziman "Roj bi roj rewşa yaneyê baştir dibe, ev yek jî dê bi alîkariya hemû kesî bibe. Plana me ji bo siberojê jî heye ku em yaneyeke basket bolê jî saz bikin."

Ev yane ji aliyê encûmeneke rêveberiyê ya pispor ve tê birêvebirin û nûnertiya diyaspora Kurdî li Awusturyayê dike û Kurdan ji aliyê sporê ve li hev kom dike.

Serokê Navenda Kurdên Diyaspora ya Awusturyayê Nizar Mûsa dibêje “Em jî wek kesayetiyên çalak piştgir dibin ji tîmê re û tişteke cihê kêfxweşiyê ye ku îro em dibînin nûnertiya me Kurdan tê kirin di warê sporê de weke çewa ku di warên din de jî tên kirin. Ji me tê xwestin û ez bawerim erkê me ye ku em tev jî piştgir bin ji vê klûba hanê re ya ku bi navê Kurd Wine ku nûneratiyeke baş îro dike û gihiştiye asteke bilind weke ku di klasa yekemin de li seranserê Viyanayê de dilîze.”

Îsal FC Kurd Wien cihê xwe di lîstika futbolê li Nemsayê de dît û li ser asta Viyana yê gihişt Klasa A, û gelek serkeftin bidest xistin, û çar caran di gera yekem de serkeftî bû, bi amadebûna cemawerê wê ji diyaspora Kurdî û Sûrî li Viyanayê.