Dilê Amedsporê bi cîranê wê neşewitî: 4-2

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora stadyûma wê ne hazir e li stadyûma Rihayê Yenî Malatyaspor 4 û 2 têk bir.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro her du tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Yenî Malatyaspor di 7emîn hefteya Lîga Yekemîn de hatin pêşberî hev.

Ji ber ku Stadyûma Amedsporê ne hazir e lîstika Amedspor û Yenî Malatyasporê saet 16:00an li Stadyûma 11ê Nîsanê ya Rihayê hat lîstin.

Lîstikvanê Amedsporê Britt Assombalonga xuleka 3yan tîma xwe 1 û 0 xist pêş.

Amedspor xuleka 39an bi gola Bruno Lourenço ferq kir 2.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 2-0 bi dawî bû.

Britt Assombalonga xuleka 49an dîsa derket sehneyê tîma xwe 3 - 0 pêş xist.

Li ser navê Yenî Malatyasprê di xuleka 82yan deMehmet Guneş golek avêt û skor bû 3 - 1

Amedspor dîsa nesekinî xuleka 88an bi gola Bruno Lourenço 4 - 1 ket pêş.

Yenî Malatyasporê jî dev ji lîstikê berneda û di xuleka 90î de jî Mert Mîraç Altintaş golek avêt û skor bû 4 - 2 û maç bi vê encamê qediya.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 12an û di Lîga 1em a TFFyê de derket rêza 3yem.

Di lîgê de heta niha Yenî Malatyasporê ti pûan bi dest nexistine û di rêza 20emîn de ye.